ÇALAKî

Şengalî li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Şengalî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî Şengalê  li navenda Şengalê meşeke girseyî lidarxist.

Hemû meclis, sazî, rêxistin û pêkhateyên TAJÊ û Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn. Meş li ber Medreseya Zarîfe Osê (Medreseya Sor) destpê kir û heta Meclisa Gel a Şengalê dewam kir. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Şengal û Rojava’ hatin berzkirin. Her wiha pankarta bi nivîsa ‘Bi civaka demokratîk wê komplo werin têkbirin’ hat rakirin. Meşvan piştî gihiştin ber Meclisa Gel a Şengalê li wir li ser navê TAJÊ û Rêveberiya Xweser daxuyanî hatin dayîn. Beriya destpêkirina daxuyaniyê nameya herî dawî ku Abdullah Ocalan  ji civaka êzidî re şandibû hat xwendin.

Piştre li ser navê TAJÊ endama koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axivî.

Neam Bedel diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana ku li dijî Şengalê hatiye îmzekirin ji hev ne qut in û ev nirxandin kir: “Ev roj jî rojeke xiyanetê ye. Îxaneteke li ser Serokatî û li ser civaka me ye. Ji sala 1998’an heta niha ev komplo didome. Komploya li ser Serokatî û komploya li dijî li ser Şengalê ne qut in. Ev 27 sal in Serokatî di nav çar dîwaran de zindankirî ye. Raste niha ji ber pêvajoyê çûyîn û hatina li gel Serokatî çê dibin lê hê jî Serokatî di bin tecrîdê de ye û tecrîd didome. Dijmin ji ber fikir û berxwedaniya Serokatî ditirsîn, zanin ger Serokatî azad be dê fikrê wî yê azad hemû civakên bindest li dor fikrê wî kom bibin, loma tecrîdê didomînin. Peymana li ser Şengalê ji hêla Iraqê, malbata Barzanî-PDK û dewleta tirk ve hatiye kirin. Xwestin bi vê peymanê vegerin rewşa beriya fermanê. Dixwazin em wek îrade û hêz tune bibin. Heta civaka êzidî ku bi ked û xwîna şehîdan hatiye van rojan hebe tu xayîn nikarin gavên xwe biavên ser vê axê û em ê tu carî vê tiştî qebûl nekin. Em ê heta dawiyê li dijî komloyan li ber xwe bidin.“

Daxuyanî bi dirûşmên Jin-Jiyan-Azadî û Bijî Serok Apo bi dawî bû.

 

 

Back to top button