Nûçe

Hejmara 2’yem a Kovara Nîsan derket

Kovara bîrdozî, bawerî û çandî ya Nîsan ku dengê jinên êzidî ye û her sê mehan carek bi zimanê kurdî û erebî derdikeve, bi hejmara xwe ya 2’yemîn bi dirûşma ‘Em bi rizgarkirina Şengalê bûn hêz û îradeya rêxistinkirî’ gihişt ber destê xwînerên xwe.

Kovar di vê hejmara xwe de cih da nameya herî dawî ku Rêber Apo ji civaka êzidî re şandibû.

Her wiha kovar ciheke berfireh da têkoşîna jinan a li dijî tundiyê, rizgarkirina Şengalê, Komplo û peymana 9’ê Cotmehê, girîngiya avakirina hêzên parastina jinê, li Kurdistan û Şengalê, çîrokên jinên êzidî, jineolojî, jinên ciwan, Cejna Batizmî û rûpela zarokên Êzidxanê û hwd.

Bi taybetî kovar di vê hejmarê de cih da nivîsa şehîd Nûjiyan Erhan ku di dema pêvajoya rizgarkirina Şengalê de nivîsandibû.

Nivîskarên beşa kurmancî ya vê hejmarê Dilvîn Şengalî, Sûham Şingalî, Amara Şengal, Feleknas Uca, Lava Şengalî, Berwar Çelê û Arîn Şingalî ne.

Nivîskarên başa erebî jî Cîhan Celo û Suad Hiso ne.

Dilvîn Şengalî di nivîsa xwe ya ku di beşa kurmancî û erebî de hatiye dayîn de behsa sekn û berxwedana şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), piştî şehadesta wê avabûna artêşbûna jin û avabûna YJŞ’ê dike.

Di rûpela jinelojiyê de hebûn û xwezaya jin û birdoziya rizgariya jin hatiye destgirtin.

Sûham Şingalî jî di nivîsa xwe ya vê hejmarê de bal kişandiye ser şer, talan, wêranî û dagirkerî ya ku qira civak û gelan aniye, fermana 74, di çareseriya pirsgirêkan de rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sekin û berxwedana jinên êzidî ku ev 11 sal in didin meşandin û hwd.

Di beşa çand û hunerê de jî Arîn Şingalî li ser wateya çand û di domandina çand û hunerê de rol û mîsyona jinê nirxandin kiriye.

Kovar di beşa bîr û bawerî yê de cih da Cejna Batizmê ku wek avabûna zeman tê binavkirin û di baweriya êzdatiyê de cejna herî dirêj e.

Her wiha kovar ku di her hejmara xwe de dê cih bide jiyan, berxwedan û têkoşîna şehîdên jin ên Şengalê, di vê beşa xwe de jî cih da berxwedana şehîd Bêrîvan Çarçela û şehîd Zîlan Piling ku di rizgarkirina Şengalê de şehîd bûn.

Ji hêla din ve xwînerên ku bixwazin kovarê li ser dîjîtal bixwînin dikarin li ser malpera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bigihînin kovarê.

 

 

 

Back to top button