
‘Em hêz ji name û diyariya Rêber Apo digirin’
Rêber Apo ku ev 27 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, piştî 11 salan di 31’ê cotmehê de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Rêber Apo 2 penûs diyariyê civaka êzidî û suryanî kir.
Diyariya Rêber Apo bi taybetî di nav civaka êzidî de bû sedema kêfxweşiyê û êzidî diyar dikin ku Rêber Apo di her hevdîtina xwe de silavên xwe ji wan re dişîne.
Derbarê silav û diyariya Rêber Apo de endama Meclisa Jin a Sinûnê Edûl Şemo hest û nêrîna xwe bi malpera me re parve kir.
Nêrîna Edûl Şemo wiha ye:
“Di serî de em wek jinên ezidî silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Bêguman her cara ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû silavên xwe ji jin û miletê êzidî re rê dike. Di hevdîtina dawî de jî hem silavên xwe şand hem jî qelemek wek diyarî rê kir. Em ji name û diyariya Rêbertî hêz digirin. Rêber Apo çawa Şengalê difikire û hezkirina xwe ji Şengalê re dişîne, em jî wek dayikên êzidî silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî çi tişt têkeve ser milê me dayikan em amade ne bikin.
Rêber Apo çawa ji jina êzidî û jinên her çar parçeyên Kurdistan û hemû cîhanê xwedî derket pêwîst e em jin jî bi çalakî û têkoşîna xwe xwedî li keda Rêber Apo derkevin û bigihêjin hedefa xwe. Û hedef û armanca me jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em çawa li Şengalê difikirin ku bi ser bikeve, di heman demê de jî em wisa azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin. Ji ber ku di dema fermanê de yê li Şengalê xwedî derket Rêber Apo bû. Rêber Apo Şengal bi ruh kir, hez û qewet da avakirin. Em jin jî xwe deyndarî Rêber Apo dibînin. Em dayikên êzidî îro xwe deyndarî Rêber Apo dibînin.
Şengal bi fikir û felsefa Rêbertî hat rizgarkirin
Îro dinya dizane gerîlayên azadiyê yên HPG û YJA STAR’ê Şengal ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, yên şehîd li ber Şengal dane gerîla ne, em wan şehîdan jî bi bîr tînin û pêwîst e em xwedî li keda şehîdên xwe derkevin. Bi fikir û feldefeya Rêber Apo îro Şengal bû xwedî hêz û li dinyayê hat nasandin. Îro em dibînin dema ku hêz û qewet hat avakirin, dijmin dixwazin dest biavêjin Şengalê. Armanca wan êzidî daimî di bin dest dijmin de bimîne. Daxwza me ew e ku em bi fikirê Rêber Apo bi ser bikevin. Şengal a şehîdan, Şengal a êzidyan e em xwediyê vê axê ne. Çawa Şengal îro li ser fikre Rêber Apo bû xwedî welatparêzî û bû xwedî rêxistin û bû xwedî Şehîdan, Şengal a Ezidiyane. Ji îro pê ve wê tu kes nikaribe destên xwe dirêjî Şengal bike û bêjin em ê bên Şengalê. Em dixwazin hesab ji wan kesên ku ferman bi serê êzidiyan anîne were xwestin. Rêber Apo got ew kesên ferman pêk anîne, em ê ji wan kesan hesab bixwazin. Bi jina êzidî mabe wê dijmin lingê xwe navêje Şengalê. Em serkeftinê ji Rêber Apo re dixwazin, ji gerîlarayan re dixwazin, em serkeftinê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em serkeftinê ji êzidiyên li pey rastiyê ne,yên li pey rêxistinê ne re dixwazin.”