
Jinên êzidî: Kuştina her jinek kuştina civakekê ye
Jinên êzidî derbarê pêngava ‘Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e’ ku pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatibû destpêkirin de ji malpera me re axivîn.
Jina bi navê Wefa Feydel a ji Digurê ye destnîşan kir ku bingeha pirsgirên esasî ya xwekuştinan malbat e û ev nirxandin kir: “Ger ku pirsgirêkek jin û zilam hebe gerek destpêkê di malê de ser bê seknandin û çareserkirin. Gerek her malbatek dema bûyerên wisa derdikevin bidin xuyakirin ji ber çi sebebê hate asta ku jin xwe bikuje. Ger ku malbat neynin ziman ji bo kes nebhîse veşartî bihêlin, wê demê malbat dikevin ser zimanan. Di nava xwe de dihêlin nahêlin derkeve derve, dema van bûyeran dibînin. Êdî wê her kî însan be dema te dît aciziyeke wî/wê hebe pêwîst e pêre bibî alîkar ku heya ew însan ji wê tengasiyê xilas bibe. Belkî tu bi fikre xwe nikarî wî/wê însanî xilas bîkî, lê dikarî ji însaneke din re bêjî pêre bibî alîkar wî însanî ji fikara xelet xilas bike. Ez destpêkê ji dayik û bavan re vî tiştî dibêjim, di vê merhelê de hîn zêdetir guhê xwe li zarokên xwe bikin. Her şîreta ku mirov li mezinên xwe hilgire daku mirov nekeve nava xeletiyan. Divê em ji bîr nekin her xwe kuştin mîna fermanekê ye tê serê me. Her înasanek xwe kuşt li ber cavên me dîsa wekî fermaneke em dibînin. Pêwîst e em pêşî li xwe kuştinan bigirin. Em ê çawa pêş lê bigrin, di her bûyerên xwekuştinê de dema diqewimin pêwîste her malbatek rastiya van bûyera eşkere bike, ka çi sebeb bû ku heta xwe kuştinê çû. Wê çawa were destgirtin wê bêjin ku qeder bû lê eleqa van mijaran bi qederê nîne.

Divê xwekuştin wek qeder neyê dîtin
Bi rastî berê di nava milet de ewqas xwe kuştin nebû, pir kêm xwe kuştin hebû wê gotiban halê (derûnî) nefsî bû, xwe kuşt. Me di nava miletê de nedidît xwe kuştin, me nizanî xwe kuştin çi ye. Lê niha dema tu ji zarokek biçûk re tiştekî dibêjî bê dilî wî/ê be, zarok dibêje ez ê xwe bikujim. Di vê pêvajoyê de tedeya herî mezin jin û ciwanan hate kirin di tu demê de ewqas tede li wan nehatibû kirin. Her yek çav li ya din dike û tişta herî dibe sebeb jî ev e. Pêwîst e destpêkê dayik û bav vî tiştî veneşêrin sebeba xwe kuştinê jî bibêjin. Dema ku rastî ji her kesî re hate gotin, belkî hindek kes xwe ji vê rewşê heyî xilas bikin û nekevin vê xeletiyê. Dema her kesî serê bûyerê girt, ji xwe wê sere bûyerê were windakirin. Ya herî rastî encama van pirsgirêkên hemû jî malbatî rûdidin, ger malbat bikaribin ji zarokên xwe re bibin alîkar dê bûyer negihêje merheleya xwekuştinê. Wiha tê gotin em dikarin daîmî li ber zarokên xwe bisekinin, lê malbat dikarin bi fikrên xwe bi şîretan zarokên xwe bînin li ser rêka rast û nekevin rêka şaş. Dema van tiştan hatin kirin ma wê çima ev pirsgirêk derkevin. Ger ku zarokên xwe şandiban perwerdeyan wê zarokên wan jî wê xwe nekuştiban. Tu tiştek ji şewatê zehmetir nîne dema tiliya mirov dişewite mirov debar nake. Lê dema însan xwe bişewitînin gelek zehmet e.
Çareseriya her pirsgirêkan fikrên Rêber Apo ye
Pêwîste malbat pêşiya zarokên xwe negirin bila li ser fikrê Rêber Apo xwe pêş bixin û xwe ji van pirsgirêkan xilas bikin. Ciwanên me dema pirtûkên Rêber Apo xwendin wê hîn zêdetir parastina xwe bikin û ji vê xeletiyê vegerin. Dema perwerde hebin her însan bixwaze dikare biçe perwerde bibîne. Perwerde dîtin tenê karê siyasete yan jî hizbekî nîn e, her însan dikare xwe ji her milê ve perwerde bike.”
Kuştin ne çareserî ye
Jina bi navê Besê Heska ya ji Digurê ye jî di nirxandina xwe de bal kişand ser fikirin Rêber Apo û hêza jinan û ev tişt vegot: “Divê em wek jin rabin ser xwe, li ber xwe bidin û jin ji xwe bawer bibin. Hêza jin a xurt heye kul i ber xwe bidin. Em gelek spasî Rêber Apo dikin ku ewqas hêz daye jinan.
Lazime em jin hemû bibin destek û ji hev re bibin alîkar, pêwîste em xwe rêxistin bikin em fikrê hevdo bigirin heyanî ya herî baş kîjane em wê pêk bînin. Divê em jinên ku rastî tedeyê tên ji wan re bibin alîkar û nehêlin werin merheleya xwekuştinê. Her kuştina jinan di heman demê de kuştina malbatiê ye jî, tu caran kuştina jinê ne çareserî ye.

Tundiya li ser her jinek tundiya li her hemû jinan e
Divê neyê jibîrkirin kuştina her jinek kuştina hemû jinan e, tundiya li ser jinek tundiya li ser hemû jinan e, heta li ser hemû civakê ye. Her jina ku tê kuştin gerek em sebebê wê derxînî holê ku ev tişt ji ber çi çêdibin. Pêwîste em rabin ser xwe em kuştinê ji holê rakin. Dema ku em bi fikre xwe rabin ser xwe kes nikare me. Ji ber ku tê gotin jin nîvê civakê ye lê jin civak hemû ye. Niha jin hem di warê fikir de, hem di xwe bawerî de hîn zêdetir pêşketiye.
Jin bi fikrên Rêber Apo rabûne ser xwe
Her wiha silavên min ji Rêber Apo re hene, di Rêbertiya wî de jin gelek ji xwe bawer bûne, rabûne ser xwe. Jin gelekî şareza bûne, di nav 11 salan de her her gotin û şîretên wî gelek guhartin di nava milet de daye avakirin. Banga min ji her kesî re, li dijî kuştinan rabin ser xwe bêjin bila kuştin ji holê bên rakirin. Ji ber ku jin nifşekî li pey xwe radike, dinya li ser jinê ava bûye, dema jin ranebe ser xwe îtibar bi tiştekî nîne.”