Nûçe

Civaka Êzidî Fermandara Xwe Berfîn Nûrhaq Bibîr anî

Bi amadekariya malbatên şehîda yê Şengalê Berfîn Nûrhaq û rêhevalên wê Medya Egîd û Ala Hêvî hatin bibîranîn.  Merasîm li şehîdgeha Şehîd Berxwedan hat lidarxistin. Di destpêka biranînê de ji bo giyana tevahî şehîdên tekoşîna azadiya jin yek deqe rêz hat girtin.

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebaba şehîd Berfîn, Sema û hemû hevalên din bibîr anî û got; Ji bo xwedî derketina fermandara me, em wek jinên Êzidî hemû tekoşerên ku li Şengalê ked dane û gihîştine asta şahadetê bibîr tînin. Heya niha her kes ji bo berjewendiyên xwe nêzî civaka me bûye. Lê bi hatina şagirtên Rêber Apo yê di êrîşên 2014 şûnve me weke civaka Êzidî dît ku wan kesayetên bi nirx xwedî li civaka me û bi taybetî jinên me derketin û wan parastin. Em soz didin ku ew mamosteyên me bûn û ji vir şûnve jî her mamostê me ne ku me fêrî xwe parastinê kirin.’

Li ser navê Tevgera Jinên Êzidî Neam Êlyas jî axivî û behsa rola fermandar Berfîn a di rizgarkirina Şengalê de kir û got; “Wan egîd û merxasan nehiştin ku çand û baweriya civaka me winda bibe. Heval Berfîn bû sembola tekoşîna jinên Êzidî di heman demê de heval Berfîn bû navê xwe parastina jinên Êzidî û mamostetî ji jinên Êzidî re kir. Di dema rizgarkirina Bajarê Şengalê de kedeke bêhempa da. Em îro bi saya yên weke rêheval û fermandar Berfîn li ser cih û warê xwe bi aramî jiyan dikin. Ew zarokên vê axê ne ku berdêl  di ber vê axê de dan.”

Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan a Şengalê Pakîz Celal axaftin kir û got, em wek dayîkê şehîda nabêjin van şehîda ji bakûr, başûr an jî cihek cûda hatine vir. Em wan jî wek zarokên xwe, zarokên vê axê dibînin û tu carî em wan ji bîr nakin. Wan şehîda kedek mezin li ber Şengala pîroz de dan. Wan jinên êzidî parastin û hiştin ku em wek civaka êzidî îro di nav xweşiyê de bijîn.

Di dawiya bibîranînê de ji bo Şehîd Berfîn Nûrhaq sînevîzyon hat temaşe kirin. Bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” merasîm bidawî bû.

Back to top button