Daxûyanî

Koordînasyona jinên Êzidî êrîşa ser Şêxmeqsûd û Eşrefîyê şermezar kir

Li ser navê hemû sazî û rêxistinên jinên êzidî Koordînasyona jinên êzidî bi daxuyaniyekî êrîşên hovane yê HTŞ ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirî şermezar kirin.

Daxuyanî bi vê rengî ye;

‘Bi navê yekîtiya jinên Êzidî yê Rojava (YJÊR), Sîwana meclîsa jinên Êzidî a Awropa (SMJÊ), Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Rêxistina jinên Êzidî li Rûsiya û Ermenistanê, em bi tûndî êrîşa hikûmeta veguhêz a Şamê li ser taxên Kurdan yên li Heleb, Şêxmaqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Ev çend roj in çeteyên HTŞ  bi awayek hovane êrîşî taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê dike. Di van êrîşan de jin, zarok û sivîlan qetil dike. Di encamê êrîşan de hejmarek mezin birîndar bûne û gelekan jiyana xwe dest dane. Piştî rûxandina sîstema BAIS çeteyên HTŞ serweriya xwe li ser Sûriyê kirin û hûkmetek demkî ava kirin. Ji wê demê ve çeteyên ku bermahiyên DAIŞ ne bi sedan komkûjî li ser miletê Elewî, Durzî û pêkhatiyên din pêkanîn. Çawa ku di sala 2014 an de jin hatin revandin, firotin û rastî destdirêjî û tecawizê hatin îro bi heman zihniyetê ev kiryar li pêş çavên cîhanê têne dûbare kirin. Rûxmî vê yekê jî hêz û dewletên navnetewî bêdeng in û çavên xwe ji van kiryarên derveyî exlaqê mirovahî re digirin. Divê ew jî bizanbin ku hûkmetek çeteyan a ku piştgiriyê dikin li ser welatê wan jî xeteriye.’

‘Li wir 1200 malbatên êzidî jiyan dikin’

Koordînasyonê di daxuyaniyê de bal kişand ser malbatên êzidî yê ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jiyan dikin û wiha diyar kir; ‘Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 1200 malbatên Êzidî jiyan dikin û a niha jî li bin xeteriya qirkirina 75 an de ne. Ger pêşiya van êrîşan neyê girtin wê dubare ferman were jiyan kirin. Çeteyên ku niha êrîşan pêk tînin heman çeteyên DAIŞ ê ne ku sala 2014 an ferman li Şingal pêk anîn. Ji bona çaranûsa Êzidiyan wek Elewî û Durziyan nebe, ji bo parastina wan ji qirkirinê em bang li hemû welatên ku jenosayda Êzidiyan nas kirine, dikin ku bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin.  Tê zanîn taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê bi salan, netewên ku li wir jiyan dikin, li hemberî hemû zor, zehmetî û êrîşan xwedî sekenek watedar û dîrokî bûye. Di vê wateyê de Şêxmaqsûd li hemberî zilmê tu car serî netewand û bûye kelha berxwedanê. Êrîşên ku ev çend roj in li ser her du taxan tê kirin, carek din bi armanca valakirina taxan ji gelê wir e û pîlana qirkirina kurdan e. Ev êrîşên hovana ku raste rast bi talîmatê dewleta Tirk pêk tên, di serdî de berpirsyartiya wê hûkmeta veguhêze her wiha bêdengiya hêzên navnetewî ye. Di heman demê de ev êrîş tê wateya binpêkirina hevpeymana 10 Adarê û 1 ê Nîsanê û nakeve xizmeta gelên Suriyê.’

Bang

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin; ‘Em Yekîtiya jinên Êzidî yê Rojava ( YJÊR), Sîwana Meclîsa jinên Êzidî a Awropa ( SMJÊ), Tevgera azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) Rêxistina jinên Êzidî li Rûsiya û Ermenistanê,  em ser saxî ji malabatê şehîdan û gelê xwe yê Şêxmaqsûd, Eşrefiyê û tevahî Rojavayê kurdisatnê re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re dixawazin. Em jinên Êzidî piştgirî didin berxwedana rewa a gelê Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û vê berxwedanê silav dikin. Em dibêjin wê berxwedana we bi serkeftinê tacîdar bibe. Em bang li aliyên pêwendîdar dikin, ev êrîş werin rewastandin û pêşiya komkojiyan bê girtin. Her wiha em bang li tevahî jinan, ciwanan û gelê xwe dikin, piştgirî bidin berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li kêlek wan bisekinin.

Back to top button