
Xelkê Şengalê li dijî êrîşan meşiya û gotin; Şengal û Rojava yek e
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên cîhadîstê HTŞ’ê û çeteyên girêdayÎ dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser meşiyan.
Meş ji Şaredariya Sinûnê heya dewera Mam Zekî dewam kir. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji aliyê Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di serî de wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em berxwedaniya şervanê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji Şengalê heya Helebê bi dil û can silav dikin. Îro li Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî di taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şerê hebûn û tunebûnê tê meşandin. Şerê ku li Helebê rû dide, planek qirêj a ku hatiye amade kirin û binê wê xêz kirin e. Dibe ku ev şerê ku niha li wir tê meşandin li cîhek din an jî li Şengalê rû bide. Ji ber vê jî em wek jinên Êzidî û civaka Êzidî heya dawiyê piştgiriya xwe ya ji bo taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Rojava bidomînin. Ev du sal in di çilê zivistanê de li ber sermayek pir hişk de li ber çavên hêzên navnetewî û cîhanê şerek dijwar li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin.
Hukumeta demkî ya ku dibêje em hukumeta gelê xwe ne gelê Kurd ji aliyê wan ve tên koçber kirin û tên qetil kirin. Çawa ku şervanên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê dibêjin hêza me gelê me ye em jî wek civaka Êzidî û gelê Şengalê dibêjin em heya dawiyê li pişta we şervanên gelê xwe ne. Em tu carî xwe ji gelê Rojava qut nagirin dest. Îro li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pir malbat bê mal mane. Hemû jî dibe ku wek durziya li wan were kirin heye. Gelê wir bi dîroka xwe tê nas kirin. Ji Esad heya DAIŞ’ê ew milletê wir tu carî teslîmiyetê qebûl nekirine û ber xwe dane. Ev gel peyamê xwe îro jî wiha didin û dibêjin em e heya dawiyê berxwe bidin. 5 şervanên ku îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi canbexşane şer kirin û gihîştin asta şahadetê wek Arîn û Avestayan teslîmiyetê qebûl nekirin. Îro li wan taxan her ciwanek û her miletek li ber şahadetê ne. Xwe ji şahadetê re razandine. Erkê me ew e ku em erkê xwe yê xwedî derketinê pêkbînin. Em dibêjin Şengal û Rojava yek e. Her êzidiyê ku cîhê xwe di parlemen, oldar û bavê şêx em bibin yek û xwedî li Rojava derbikevin. Ev erka me ye. Ger em xwedî li wir dernekevin wê tu carî dîrok me efû neke. Em dûbare dibêjin Şengal û Rojava yek e. Emê heya dawiyê piştgiriya Rojava bikin. Bijî berxwedana Rojava, Bijî Berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.