Nûçe

TAJÊ: Wê têkoşîna me ya li dijî komploya nevnetewî bidome

Bi rasthatina salvegera 27’emîn ya komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan li Şengalê çalakî têne li darxistin. Di pêşengiya tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) de du semîner hatin li darxistin.

 

Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî tê şermezarkirin. Bi rast hatina komploya navdewletî re li ser hişmendî, armanc û feraseta komployê ji hêla TAJÊ ve semîner tên li li darxistin. Di semînerên ku yek li xeta Qiblet, navenda Şengalê û ya din jî li xeta Şemal li meclîsa gel a Digurê hatî lidarxistin de bi dehan kes beşdar bûn. Di semîneran de berdevka tevgera azadiya jinên Êzidî Rîham Hico û Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen axivîn. Hate diyar kirin ku, komploya li ser Rêber Abdullah Ocelan, li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn bû. Her wiha di semîneran de hat ziman, dive di roja îro de gelên li dora fikrê Rêber Abdullah Ocelan xwe bi rêxistin kirine tekoşîna xwe mezin bikin û yekîtiya xwe pêşbixînin. Her wiha Rîham Hico, di axaftina xwe de bal kişand ser armanca hêzên ku li dîjî Rêber Apo komplo pêşxistiye û got: “Hêzên komploger bi planên nû îro cardin li dijî gelên Rojhilata Navîn Komployên nû pêşdixînin.”

‘Komploya li ser Rêber Apo li ser gelên Rojhilata Navîn bû’

Berdevka TAJÊ Riham Hico di serî de şehîdên li dijî komplo canê xwe feda kirine bibîr anî, berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocelan silav kir û wiha axivî; “Em di serî de komploya navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo pêşxistin bi tûndî şermezar dikin û hêzên ku cihê xwe di vê komployê de girtine rû reş dikin. Komploya li ser Rêber Apo, komployekî navnetewî bû, di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û rojhilata navîn bû. Ji Emerîqa bigre heta îsraîl, Tirkiyê, dewletên Ereba û nûkerên li Kurdistanê di nav komplo de cih girtin. Di hemû serhildanên Kurdistanê de her tim pêşeng û rêberên wê ji aliyê dijmin ve hatine hedef girtin. Armanca komploya li ser Rêber Apo jî ew bû ku piştî bigrin wê şoreşa di pêşengiya Rêber Apo de hatî avakirin ji holê rabikin. Lê Rêber Apo plan û hesabên hêzên komploger vala derxist. Rêber Apo, viya bi fikir, selsefe û bîrdoziya ku hêz û vîna gelan derdixe kir. Em gelek caran dibêjin komplo tenê li ser gelê Kurd pêşket, lê ne wisa ye ji ber ku li ser tevahî Rojhilata navîn bû. Bi vê komployê hêzên hegemon mudexeleyî Rojhilata Navîn kirin.”

‘Rêber Apo ji bo azadiya gelan li ber xwe dide’

Rîham Hico di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê di serî de gelê Kurd û hemû gelên herêmê bi xwedî derketina li projeya Rêber Abdullah Ocelan a Netewa Demokratîk komployên nû vala derxînin û wiha dewam kir; “Em di roja îro de dibînin ku fikirê Rêber Apo di rojhilata navîn de li ser gelan bandorekî mezin ava kiriye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo azadiya gelan li ber xwe dide. Projeya Rêber Apo projeya azadiya gelan û bihevre jiyankirinê ye. Ev proje ne li gorî berjewendiyên hêzên serdest ên cîhanê ye. Ji ber wê di roja îro de pêşketinên di herêmê de çêdibin, alozî û qirîza her ku diçe kûr dibe berdewamiya komploya li ser Rêber Apo ye. Li hemberî projeya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo weke çareseriyê ji bo gelên herêmê pêşxistiye hêzên navnetewî di polîtîkaya şer de îsrar dikin. Bi polîlîkaya şer qira civak, kêmnetewe û baweriyên cuda tînin. Fermana li dijî civaka me pêk anîn, îro li dijî Elewiyan, Dûrzî û Kurdên rojavayî Kurdistanê pêşxistin heman hêzên ku komplo pêk anîn e. Her planekî wan dema bi sernakeve di serî Rêber Apo û gelên xwe li dora fikrê wî bi rêxistin kiriye dikin hedefa xwe. Ji ber wê Rêber Apo êrîşên qirkirinê yê li dijî şoreşa Rojava weke komploya duyemîn bi nav kir.”

‘Wê tekoşîna me ya li dijî komployê berdewam bike’

Di dawî de berdevka TAJÊ Rîham Hico bal kişand ser xeterî û komployên nû yê li ser gelên herêmê û bi taybetî gef û êrîşên li ser Şengalê û wiha got; “Weke civaka Êzidî jî divê em rewşa li Sûriyê pêşket û aloziya siyasî ya niha li Îraqê kûrtir dibe rast fêm bikin û di her alî de xwe ji bo demekî nû yê tekoşînê amade bikin. Di rasthatina salvegera komplo de, di serî de dewleta Tirk bi awayekî eşkere gefên êrîşên nû li ser Şengalê dixwin. Diyare hinek planên nû li ser me pêşdixînin. Komloya li dijî şoreşa Rojava pêşxistin me raste rast li ser xwe dît. Me got Rojava û Şengal yek e. Di roja îro de ji her demê zêdetir divê em yekîtiya xwe ya civakî weke hewcehiyekî ya parastina hebûna xwe bibînin û yekîtiya xwe ava bikin. Heta niha Rêber Apo gelek caran got, ger civakek parastina xwe, bi xwe pêşnexîne û yekîtiya xwe ava neke wê her tim rastî xeterî û komkujiya were. Divê em guh bidin van nêrînên Rêber Apo. Ji ber ku em jî 11 salin li dijî komployê tekoşîn didin meşandin. Wê ji niha û pêde jî tekoşîna me ya li dijî komployê berdewam bike. Em weke civaka Êzidî xwe di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de berpirsyar dibînin. Em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin, xwe perwerde dikin. Me bi saya fikirê Rêber Apo hêz, îrade û hebûna xwe nas kir û piştî fermanê em bûn xwedî hêza rêxistinkirî û yê parastinê.”

 

Back to top button