
‘Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû gelan bû’
Bi rasthatina 27’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin gelê Şengalê bi daxûyaniyekî nivîskî Komplo bi tûndî şermezar û biryardariya xwe dan diyar kirin. Li Şengalê jî civaka Êzidî li dijî Komployê li geliyê Kersê li ber meclîsa giştî a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxûyaniyek da. Daxûyanî ji aliyê endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya ve hate xwendin.
Daxûyaniya ku ji aliyê endamê Akademiya Zanista Civakî Kendal Çiya ve hate xwendin bi vê rengî ye.
‘Bi komployê qirkirina gel û baweriyên Rojhilata Navîn hate hedef kirin’
Di destpêka daxûyaniyê de komplo hat şermezarkirin û li ser armanca komployê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk hat wiha hate gotin: “Em 27’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo û gelê Kurd pêkhat şermezar dikin. Bi komployê qirkirina gel û baweriyên Rojhilata Navîn hate hedef kirin. Gelê me ji kêliya destpêkê ya komployê ve armancên pişt komployê fêmkir û kete tevgerê. Hemû şehîdên azadiyê yên di têkoşîna li dijî komployê de canê xwe fedakirine birêzdarî bibîrtînin.
Rêber Apo û gelê me bi sekin û têkoşîna xwe ya bênavber, komployê kirin sedema mezinkirina têkoşîneke bênavber a azadî û demokrasiyê. Têkoşîna Rêber Apo, gel û gerîlayên azadiyê, hebûna gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Komploger bi girtina Rêber Apo re dixwestin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz tune bikin. Lê bi mezinkirina têkoşînê ev plan têkçû, gelê me xwe zêdetir rêxistin kir û têkoşîna xwe gerdûnî kir.
27 sale Rêbertiya me dibin tecrîdeke dijwar de tê girtin. Rêbertî, li hember siyaseta wan a tecrîdkirinê grava Îmraliyê veguherand akademiyeke pêşxistina fikrê civaka demokratîk. Di demeke ku Rojhilata Navîn kirine qadeke şerên qewmî, mezhebî û olî, Rêbertî fikra netewa demokratîk a bihevre jiyankirina gelan pêşxist. Bi vî awayî xwest pêşî li fitneyên nû yên navbera gelan de bigire. Ji bo vêya jî Rêber Apo xwest, 27’ê Sibata 2025’an pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê û hemû herêmê pêşbixe.”
‘Xwestin fikrê Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji holê rakin’
Di dewamiya daxûyaniyê de balê dikşînin li ser ‘Banga aşitî û civaka demokratîk’ û wiha hat gotin: “Banga aşitî û civaka demokratîk manîfestoya sedsalê bû. Hêzên şerxwaz yên dijî aşitiyê li hember vğ hemleya Rêber Apo ya ji bo parastina gelê Kurd û hemû gelan, pêleke nû ya şer li herêmê pêşxistin. Ji bo Kurd di nîzama nû ya herêmê de cih negirin, li Helebê bi rêya HTŞ’ê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk êrişê civaka Kurd û Êzidî kirin. Êrişên dijî Rojava û Helebê, bi erêkirina hêzên navnetewî pêkhatin. Biryara êrişê li Fransayê hate girtin û li Helebê kete meriyetê. Ev jî weke komployeke nû ya 15’ê Sibatê bû li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz yên herêmê. Bi van êrişan xwestin fikrê Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ku bihevre jiyankirina gelan esas digire ji holê rakin. Her wiha di şexsê Rojava de xwestin dawî li hebûna Kurdê Azad û nîzama civaka demokratîk bînin. Rêber Apo ku vêya pêşdîtibû û hişyarî kiribû, ji Îmraliyê tevî hemû derfetên kêm û zextan jî roleke mezin lîst û pêşî li encamgirtina komploya duyemîn girt. Her wiha di serî de gelê Kurd û civaka Êzidî, hemû dostên gelê me li her devera cîhanê ketin tevgerê û li pişt biryara berxwedanê ya Rojava sekinîn. Berxwedana Rêber Apo, gel û şervanan pêşî li planên qirkirinê girtin. Lê komplo hîn jî dewam dike.”
‘Şengal ji ber parçeyek ji axa Iraqê ye’
Di daxûyanî de li ser gefên li Şengalê têne kirin û daxwaz ji civaka Êzidî hat kirin li hemberî planên nû yê heyî yekîtiya xwe ava bikin û wiha berdewam kir: “Niha jî berpirsên dewleta Tirk a dagirker piştî Sûriyeyê gefa êriş û qirkirinê li gelên Iraqê û bi taybet jî li Şengalê dixwin. Hakan Fîdan eşkere gef li civaka me ya Êzidî xwar ku hîn jî birînên me yên fermanê ne hatine pêçan. Herçend dewleta Iraqê hişyarî dabin dewleta Tirk jî, ji bo pêşî li êrişên li ser gelê me bigire helwesteke têrker û cihê baweriyê nîne. Şengal ji ber parçeyek ji axa Iraqê ye, her alozî û rewşeke neyînî ya li Şengalê rû bide, ewê gefê li hemû aramiya Iraqê bixwe. Divê Iraq serî ji zext û gefên dewleta Tirk re netewîne û neyê lîstikan. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi dewleta Iraqê re bi diyalogê çareser bikin.
Em weke Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî amade ne ku hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê bi Iraqê re çareser bikin. Lê mixabin, em dibînin ku berovajiyê daxuyaniyên fermî yên dewletê, hinek plan li dijî herêma me dixin tevgerê. Çawa li Afganîstan û Sûriye, El-Qaîde, Talîban û HTŞ, fermî kirin û kirin dewlet, em dibînin li Iraqê jî çeteyên DAIŞ’ê, di bin navê Heşda Sûnî de tên komkirin û fermîkirin. Em weke civaka Êzidî vê biryarê xeter dibînin û qebûl nakin. Nabe çete werin fermîkirin û kiraseke qanûnî li wan were kirin.
Em bang li dewleta Iraqê dikin ku pirsgirêkên civaka Êzidî û Şengalê bi rêyên hiqûqî û siyasî çareser bikin. Herweha em bang li raya giştî û tevahî civaka Êzidî dikin ku li hember van lîstokan şiyar bin û bêdeng nemînin, ji bo pêşî li fermanên nû venebe.
Dewleta Tirk a di alozî û şerên li herêmê de roleke diyarîker dilîze, divê dawî li siyaseta şer bîne û guh bide bangên Rêber Apo yên ji bo aşitiyê. Rêya çareseriya mayînde û aşitiyeke birûmet jî di azadiya Rêber Apo re derbas dibe. Divê saziyên navnetewî ji bo naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, erkên xwe bicîh bîne. Ji ber heya Rêber Apo azad nebe, wê şer li herêmê bi dawî nebe û hemû gelên me dibin metirsiya qirkirinê de bin.”
Di dawiya daxûyaniyê de dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo û Jin Jiyan Azadî’ hat berz kirin