Belge

LI SER JINÊN EZÎDÎ BANDORA 74 FERMANAN Û METIRSIYÊN FERMANÊN NÛ

Metirsiyên Piştî Êrîşên HTŞ û Şerê Li Bakur û Rojhilatê Suriyê li Şengalê Fikarên Fermanên Nû û Rewşa Jinan

Tarihinde Feb 19, 2026

Akademiya Jineolojî ya Şengal’ê

Şengal û gelê Ezîdî ne gelê Ezîdî ya beriya 2014’ane. Di nava 12 sala derbas bûyî de, gelek pêşketin û guherîn, di vê erdnîgariyê de hatin jiyan kirin. Fermana 74’an bi xwe re, li gel êşên mezin, rûh û vînekî mezin ya berxwedanê jî ava kir. Parastina cewherî, xweparastin, xwe bi xwe rêvebirin û her wiha di gelek mijaran de, gelê Ezîdî 12 salin rûxmê hemû bê derfetiyan li berxwe dide. Di giştî civakê de nêrîna hevpar ya derdikeve pêş ewe ku; ‘’Ezîdî ne Ezîdiyên berê ne, ewê xwe biparêzin’’ Ew li beramberî rewşên ku derdikeve holê helwesteke.

Heman sekn di jinên Ezîdî de jî heye. Dibêtiya di şerekî nû de, dê weke berê ji welatê xwe dûrketin an jî xwe spartina hêzekî derve wêdetir; helwesta xweparastin û bi hêza xweyê cewherî pêşeroja xwe parastin roj bi roj zêdetir dibe. Lê ew rastî, sekn û helwest, metirsiya komkûjî û şerên nû ji holê ranake.

Civaka Ezîdî rûxmê tekoşîna salan jî, di nava makezagona Iraqê de, cihê xwe bi awayekî fermî nagire. Mekanîzmayên parastinê, rêveberiyê, aboriyê ku gelê Ezîdî bi derfetên xwe ava kiriye, bi awayekî fermî nayên qebûl kirin. Ew jî bixwe re mîsogeriyekî nayne, di vê pêvajoya xeternak de, ji bo rê li ber jenosîdên nû venebin, gava bingehîn ya pêwiste were avêtin, hebûna gelê Ezîdî, sazî û dezgehên vê, mekanîzmayên wê ya parastinê bi awayekî fermî di zagonên Iraq’ê de naskirine.

Ji ber ew rewşana; piştî şerê dawî; li Şengal’ê derûniya fermanê careke din rû daye. Li gel biryara berxwedan û xweparastinê de, derûniya ku heman komkûjî careke din dûbare bibin pir zêde ye. Gelek jinên ku di vê pêvajoyê de nêrînên xwe tînin ziman, di heman rastiyê de dibin yek; ‘’Dema QSD-YPG-YPJ li ber sînor bûn, me bi şev rehet xew dikir, lê piştî şer em heta sibehê ji fikaran nikarin xew bikin’’ an jî nêrînên ‘’Ew DAÎŞ’iyên ku anîne Iraq’ê, ewê serbest berdin û careke din berê wan bidin me’’ pir zêdene. Baweriya jinan ne bi dewletê, ne jî bi hêzên navnetewî tê. Ji ber ku ji dîrokê heta niha heman rewşê dûbare dûbare jiyan kirine, berxwe jî dane lê ji fermanên mezin derbas bûne. Hêzên ewlekarî û parastina heremê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Ezîdxanê ku piştî Fermana 74’an hatine avakirin, weke hêza esasî ya parastina heremê tê dîtin lê îro ew hêz ji bo werin belavkirin û bê bandor kirin, li ser civakê zextekî mezin tê meşandin. Plansaziya hêzên xwecihî ya Şengal’ê ji holê rakirin û ewlehiya heremê dîsa spartina hêzên derve heye ku ji dîrokê heta niha pir bi zelalî hate dîtin ku, ew rêbaz ji bilî fermanên nû, ti çareserî bixwe re nayîne.

Di vê pêvajoyê de, ji bo ferman dûbare nebin ketina tevgerê ya raya giştî di girîngiyekî jiyanî deye. Hikûmeta Iraq’ê, dewletên heremê û dewletên navnetewî pêwiste statû û hebûna Şengal’ê, vîn û îradeya vê ya xwecihî nas bikin û çareseriya ji bo Şengal’ê ne li derveyî Şengal’ê bigerin. Polîtîkayên bê mirovkirina Şengal’ê, hedefgirtina çand, bawerî û civakîbûna gelê Ezîdî neyê hedef girtin. Hişmendî, zanebûn û xwe komkirina ku 12 salan de derketiye holê, ji bo careke din belav nebe û civaka Ezîdî careke din ji cih û warên xwe nebin, ji komkûjiyan derbas nebin, ketina tevgerê ya herkesekî xwedî hişmendiya mirovahiyê ye, pir girînge.

LI SER JINÊN EZÎDÎ BANDORA 74 FERMANAN Û METIRSIYÊN FERMANÊN NÛ

Back to top button