Daxûyanî

Xelkê Şengalê li dijî dorpeça hikûmeta Iraqê daxûyanî da

Lli navenda şengalê bi pêşengiya meclîsa tevgera azadiya jinên Êzidî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber gefên êrîşên nû li dijî Şengalê daxûyaniyek hate dayîn. Di daxûyaniyê de endama koordinasyona TAJÊ Neam Bedel axivî û got; “Em ê li hemberî tû êrîşan bêdeng nebin û heta dawiya xwe biparêzin.”

Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser metirsiya êrîşên qirker yê nû ku li ser Şengalê pêşbikevin û wiha got; “Em weke Civaka Êzidî dengê xwe radigihînin raya giştî, dewletên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan û dewletên jenosîda Êzidiyan qebûl kirin e, li hemberî gefên li ser Şengalê, li ser Civaka Êzidî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û Iraqê tên kirin bê deng nemînin. Van gefan carek din fermana 2014’an tîne bîra me. Di 2014’an de derdora Şengalê bi hêzên DAIŞ’ê hatibû dorpeç kirin, niha jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye dorpeç kirin. Hîn hejmarek zêde civaka me li kampan koçber in, nevegeriya ne, hîn gorî komî nehatine vekirin û hîn bi hezaran jinên me yên Êzidî di destên DAIŞ’ê ne; Hikûmeta Iraqê, dewleta Tirkiyê û DAIŞ dixwazin carek din li ser Şengalê jenosîdekê pêk bînin. Civaka Êzidî di bin metirsiyek mezin de ye. Ji ber metirsiyan zarokên me şevan ranazên.”

‘Pêwîste Hikûmeta Iraqê hêzên me yên parastinê; YBŞ, YJŞ nas bike û qebûl bike’

Endama koordinasyona tajê Neam Bedel her wiha got ku divê her kes li hemberî van êrîşan hişyar be û wiha dewam kir; “Em bangawaziyê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku dawiyê li vê rewşê bînin. Em jî hemwelatiyên Iraqê ne. Zarokên me li ser axa Iraqê, li Şengalê 2014’an li dijî DAIŞ’ê berxwedan, Şengal rizgar kirin û DAIŞ’ê li ser axa Şengal û Iraqê paqij kirin. Di roja me yê îro de Hikûmeta Iraqê dibêje em hêzên parastina Şengalê nasnakin û emê van hêzanan belav bikin. Ev nêzikatî nayê qebûl kirin. Pêwîste Hikûmeta Iraqê hêzên me yên parastinê; YBŞ, YJŞ û Asayîşa Hundirîn wekî hêzên Iraqê nas bike û qebûl bike.”

‘Heke em îro ber xwe nedin wê tiştên ji 2014’an xerabtir bê jiyan kirin’

Di dawî de Neam Bedel bangawazî kir û wiha ; “Bangawaziya me ji gelê me jî heye vê helwesta Hikûmeta Iraqê qebûl nekin. Heke em îro ber xwe nedin wê tiştên ji 2014’an xerabtir bê jiyan kirin. Em bangî dewletên navneteweyî dikin, civaka xwe yê dervî welat dikin ku vê helwesta li dijî civaka me qebûl nekin û ber xwe bidin. Bi çalakiyan ber xwe bidin û daxwaza mafê civaka xwe bikin. Em weke Civaka Êzidî heta dorpêça li derdora Şengalê rane be, emê li her derê çalakiyên xwe li darbixin. Em amade ne ku bi Hikûmeta Iraqê rûnin û bi diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.”

Back to top button