Daxûyanî

KJK: Me bi hezaran jinên Êzîdî yên ku benda rizgarbûnê bûn bîr nekir

Koordînasyona KJK’ê di salvegera 11’emîn a qirkirina Êzidiyan de daxuyaniyek da. KJK got, “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengalê li dijî Êzidiyan bi destê DAÎŞ’ê qirkirina ku hat kirin, di 11’emîn salvegera wê de em DAÎŞ û hemû hêzên hegemonîk ên li pişt wê bi tundî şermezar dikin; bi hezaran Êzidiyên gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em diyar dikin ku me qet jinên Êzidî yên hatine revandin û kolekirin û hê jî li benda rizgarkirinê ne, ji bîr nekiriye û em soza xwe ya azadkirina wan dubare dikin. Em gelê Êzidî û jinên ku 11 sal in li dijî her cure êrîş û êrîşên qirkirinê li ser bingeha xwerêveberinê û xweparastinê berxwe didin, bi hezkirin silav dikin.”

“Hêzeke navneteweyî ya sermayedar, ji bo armancên xwe yên qirêj, bêyî ku çavê xwe bigire, qiekirina xwe ya li hemberî gelan, komê baweriyên olî, pêkhateyên etnîkî, jin û zarokan didomîne. Bi navê ‘ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn’, ‘hevsengiyên hêzê yê nû’ û ‘pêşbaziya hegemonyaya herêmî’, qirkirin wekî rejîmeke siyasî tê meşandin. Duh li Şengalê, Musulê, paşê li Kobanê, Reqa, Minbicê bi destê DAÎŞ’ê pêşxistina qirkirinê; niha li Gazeyê li ber çavên hemû mirovahiyê bi sed hezaran mirov bi birçîbûneke bi zanebûn tên qetilkirin. Li Suweydayê li dijî gelê Durzî, li peravên Sûriyê li dijî gelê Elewî-Nusayrî, gelên Xiristiyan û bi taybetî jinan qirkirin û jinkujî tên pêşxistin, ev yek mirovahî di nav dehşetê de dihêle. Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe tên derxistin, bi navê paqijiya etnîkî guhertinên demografîk hema bibêje bûne kiryarên rojane.”

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de li ser van xisûsan bal hate kişandin;

“DAÎŞ û avahiyên wê yên tarî, ku ji nirxên mirovahiyê, wîjdan, rehm û pîroziyên ku hemû olan daye mirovahiyê bêpar in. Li Rojhilata Navîn wekî hêzeke hegemonyayê û rejîmeke siyasî têne meşrûkirin. Ev komkujî di raporên fermî yên NY’yê de têne tomarkirin! Lê hê jî li çolên Sûriyê, li Dêrazor, Reqqa, Tabpa, Palmîrayê komkujiyên  DAÎŞ’ê bi taybetî li dijî gelê Ereb ê Sunnî pêk anîne, hîna ji binê axê derneketiye. Hejmara jinên ku ji aliyê DAÎŞ û derdorên wê ve hatine revandin, kuştin, dest hatiye avêtin û wekî kole hatine girtin, her roj bi zêdebûna erdê siyasî yê ku hêzên navneteweyî vekirine, zêde dibe. Jinkujiyekî ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî û herêmî, bi eşkere an jî bi veşartî piştgirî didin, bi awayekî sîstematîk  tê meşandin.

Gelên Kurd, Ereb, Suryanî ku bi dehan hezar keç û xortên xwe yên herî baş di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne. Ji van re rejîmeke ku li ser zihniyeta DAÎŞ’ê ava bûye, li dijî mafê jiyana gelan, jinan û baweriyên olî ye, pêkhateyên demokratîk re bi awayekî yekperest, dijminane tê ferzkirin. Nêzîkatiyên ku wekî ‘an hûn ê vê rejîmê bi vî awayî qebûl bikin, hemû nirxên xwe teslîm bikin an jî hûn ê rastî qiekirinê bên’ wekî pirsgirêkan li gelên me tê ferzkirin. Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, rejîmên cîhadî yên wekî DAÎŞ’ê, dijminê jin û gelan e, li Rojhilata Navîn ji gelan re rewa dibînin. Astengkirina pêşkeftina demokrasî û aşitiyê li Rojhilata Navîn, berjewendiya bingehîn a van hêzan e.

Çareseriya ku hêzên hegemonîk ferz dikin; astengkirina ronakbîriyê, guhertin û veguherîna demokratîk, jiyana gelan bi hemû cihêrengiyan re bi aştiyane, astengkirina her cure pêşkeftina demokratîk a alternatîf, şerkirina gelan li hemberî hev, negihîştina jinan ji rewşa koleyeke herî kûr û tarî, paqijiya etnîkî, polîtîkayên qirkirinê û damezrandina hegemonyayê ye.

Li dijî van polîtîkayên qirkirinê û jinkujiyê, bi taybetî di 15 salên dawî de, mirovahî û Rojhilata Navîn bûne şahidê berxwedaneke bi heybet. Li hemberî her cure êrîşên paşverû, yekalî, neteweperest, dijminane gel û jinan, û pêkhateyên bi vî rengî, kevneşopiya jiyana bi hev re ya bi aşitiyane, dewlemendiya çandî ya dîrokî ya Rojhilata Navîn, hevjiyana cihêrengiyan û kevneşopiya têkoşîna hevpar, çand û kevneşopiyeke nû derxistine holê. Tecrûbeya xweparastinê, jiyana hevpar û têkoşîna gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Êzidî, Elewî pir bi bandor e. Ev tecrûbe bi lez wekî modelek çareserî û jiyanê ya alternatîf bandor li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ev tecrûbeyê ku ne li ser netewe-dewletbûnê, ne jî li ser olperestiyê ye, li ser xwerêveberî û xweparastina gelan û çandan, beşdariya azad a jinan di jiyana civakî de û hevparbûna di nirxên demokratîk de, xwe wekî modelek çareseriyê ya bingehîn dide der. Tecrûbeya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî ji aliyê gelên Elewî û Durzî yên Sûriyê de û her wiha ji aliyê gelên din ve, tê pejirandin. Ev beriya her tiştî wekî şoreşeke çandî û zihniyetî derdikeve holê. Ji bo gelên Rojhilata Navîn ên ku 150 sal in bi polîtîkayên “parçe bike û birêve bibe” yên hêzên hegemonîk ên derve hatine şerkirin, dewletên netewe yênperest, înkarker û otorîter ên ku cihêrengiya çandî û pirengiyê înkar dikin re, çareseriya demokratîk, aştiyane û modelên civaka demokratîk mîna dermanekê ne. Ji ber vê yekê, ev ji aliyê gelan û jinan ve bi lez tê pejirandin û wan ber bi têkoşîna hevpar, çareseriyên xwe û têkoşîna ji bo vê yekê ve dibe.

Ne li polîtîkayên netewe-dewletî, tekperest û înkarker ên dewletên herêmê, ne jî li polîtîkayên “parçe bike û birêve bibe” yên hêzên hegemonîk ên navneteweyî mehkûm in. Divê gel, jin, komên baweriyê, pêkhateyên etnîkî çareseriya xwe ya aştiyane û demokratîk pêş bixin. Pêşxistina hêza çareseriya demokratîk a hevpar û piştgiriya hev bêguman dê gelan û jinan re bi ser bikeve. Di vî warî de, daxuyaniya Rêbertiya me ya 27’ê Sibatê ya ku Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk da destpê kirin, ne tenê bi Tirkiye û Kurdistanê ve sînordar e, di esasê xwe de ji bo gelên Rojhilata Navîn wekî manîfestoya çareserî û jiyana demokratîk a sedsala nû ye. Her kesê ku welatê xwe, gelê xwe hez dike, ji nirxên mirovahiyê re rêzdar e, di lêgerîna jiyana demokratîk de ye, divê xwedî li vê manîfestoya çareserî û jiyana demokratîk derkeve!

Li ser vê bingehê, em bi taybetî gelên Rojhilata Navîn û jinan, hemû gelên cîhanê re bang dikin ku li dijî van polîtîkayên qirkirinê û jinkujiyê bertekên xwe yên birêxistinkirî û bi bandor nîşan bidin. Bingeha berxwedan û têkoşîna hevpar xurt bikin û îradeya çareseriya demokratîk xwedî derkevin. Em bang li hemû sazî û dezgehê mafê mirovan ên navneteweyî, derdorên rewşenbîr û demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşên dijmirovî dengê xwe bilind bikin.

Koordînasyona KJK’ê

 

Back to top button