GotarHevpeymana TAJÊ

Hevpeymana nû ya Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) 

HEVPEYMANA TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ (TAJÊ)

Jiyan û civakbûn li derdora jinê ava bûye. Ji ber ku, civakbûn di pêşengiya jin de, bi nasname û xûliqkariya wê hatiye avakirin. Di civakekê de jin bi hêz be, civak jî bi hêze. Zihniyeta deshilatdar a mêr, ji ber ku bi vê rastiyê dizane, kengê êrîş birine ser civakê, despêkê jin hedef girtine. Lê  belê jinan li hember hemû êrîşên hovane li ber xwe dane û cewhera mirovahiyê bi nasnameya xwe ya azad parastine. Rêber APO dibêje: “Eger heta roja me ya îro, civak û çand hatibin parastin ji ber berxwedaniya jinê ye.”

Jinên Êzdî çand û baweriya Êzdatî heta roja me ya îro, di şexsê xwe de parastine. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn çand û baweriya Êzdatî xwedî mîrasa herî kevnar a civakên Aryen e. Exlaq û rastiya civakîbûn û xwezayê ji bo xwe kiriye bawerî, rêgez û pîvana jiyanê. Weke kok û cewhera civakîbûna despêkê, li ser erdnigariya Mezopotamyayê derketiye.

Di dîrokê de li hember civaka me, 74 ferman hatiye pêk anîn. Di 3.8.2014’an de, bi destê DAIŞ’ê û bi hevkariya hêzên herêmî fermana 74’an hate pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê li ber çavê dinyayê xwestin hem fîzîkî û hem çandî civaka me qir bikin. Bi hezaran jin, zarok û însanên me, qetil kirin, revandin, serjêkirin, şewitandin, li kolan û bazaran firotin. Ji bona ku, me ji ol, çand û warê me qut bikin, teslîm bigrin. Hedefgirtina çandeke wiha kevnar ku koka Kurdîtiyê ye, tê maneya qirkirina çand û exlaqê mirovahiyê. Xwestin qirkirina çanda Êzdî bi qirkirina jin pêk bînin.   Ji bo pêşî li fermanan girtinê, tekoşîna jiyana azad, demokratîk û wekhev ji bo civaka me bi qasî nan û avê girîng e. Civakeke azad û wekhev jî wê bi pêşengiya jinên azad pêk were.

Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber APO, pêşî li qirkirinê girtin. Bi deh hezaran însanên me rizgar kirin. Tevgera azadiyê ya Apoyî, axa Şengalê û civaka Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Civaka Êzidî û gelê Şengalê li ser esasê înşaya civaka demokraîk, dest bi xwerêxistinkirinê kir.

Her jineke ji bo azadî û vîna xwe, ji bo çand, bawerî û axa xwe, xwedî nêrîn û tekoşîn be, hewceye xwe bi rêxistin û pergal bike. Di xwezayê de mafê her zindiyekê ya xwe parastinê heye. Mafekî xwezayî ye ku jin xwe biparêzin. Ji bo ku em civaka xwe, ol, çand û hebûna xwe biparêzin û fermaneke din jiyan nekin, parastina cewherî erkeke me ya esasî ye. Ger em bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin, dikarin bi ewlehî û aramî bijîn. Li hember zîhniyeta deshilatdar a mêr, bi fikra azad xwe parastin, li hember bindestkirina jinê saziyên xwe yê parastinê avakirin, li hemberî fermanên qirkirinê, kuştinê, helandinê û her cure polîtîkayên şerê taybet hêza xwe ya cewherî avakirin esas e. Viya jî dema ku jin ji bin deshilatdariya mêr rizgar bibin û jiyana azad û komînal ava bikin wê pêk were.

Hişmendiya serdestiya mêr bi bîrdoziya netew dewletê, hemû nirxên civakê talan kiriye û bi hezaran salane jinan weke koleyan bikar aniye. Ev zihniyet û pergala desthilatdar hîna jî berdewam dike û her roj jin, bi her cûre qikirinê rû bi rû dimînin. Li dijî hemû pêkanînên serdestî, koletî û êrîşên di bin navê zewacê de, bi lêdan, kuştin, heqaret û nêzikahiyên ku jinê bê qîmet, bê nirx dike de, hêza xwe ya têkoşînê pêşdixe. Ji bona ku zihniyeta desthilatdar hilweşe divê jin, ji her demê zêdetir xwe zane û bi rêxistin bike û tekoşîna azadiyê bilind bike. Jin, bi tekoşîn û bi rêxistinbûnê dikare bigihîje hedef û armancên xwe. Li ser esasê zanista jinê Jineolojî, li ser esasê fikir, çalakî û polîtîkaya azadiya jinê, rêxistinbûna xwe civakî bike û hebûna xwe mayînde bike.

Jinên Êzidî, li Şengalê di parastin û rêxistinkirina civakê de pêşengiyeke xurt kirin. Jinên Êzidî, destpêkê rêxistina xwe weke meclîs û di sala 2016’an de jî, weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi rêxistin kir. Di encama tekoşîna azadiya jinên Êzıdî ya 12 salan de, li ser esasê jinûve avabûna civakê û rêxistinkirina jinên şengalê pergala xwe, li ser esasê fikra komînal û demokratîk bi rêxistin dike, li gund û bajaran komînên jinan ava dike.

TAJÊ: pergala xwe li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk, di aliyê siyasî, aborî, civakî, parastin û hiqûqî de li hemû qadan, weke komîn, meclîs, akademî, weqif, sazî, malên jin, hêzên parastina cewherî, koperatîf û hwd. ava dike.

BEŞA YEKEM: ESASÊN GIŞTÎ

A – NAVÊ TEVGERÊ: TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ (TAJÊ)

B – AMBLEMA TEVGERÊ:

 C- ARMANC Û HEDEFÊN WÊ:

 Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî avahî, zihniyet û pêkanînên mêr ên desthilatdar, di bingehê xeta azadiya jinê de têkoşîn kirinê esas digre. Her wiha li hember nêzikatiyên zihniyeta mêr ên serdest û cinsiyetparêz, li hember êrîşên dewlet, rêxistin û avahiyên deshilatdar, li ber xwe dide, têdikoşe. Ji bo vê jî hêza xwe ya parastina cewherî ava dike. Li hember nêzikatî û êrîşên ji aliyê mêr û paşverûtiya civakê ku di nava malbat û kolanan de pêş dikeve, jinê reş dike û zextê dike, bê nasname dihêle, qetil dike, bê raman û vîn dihêle, bi fikir û vîna azad li ber xwe dide û têkoşîn dike. Ji bo bilindkirina tekoşîna jinan, xebatên xweperwerdekirin, xwe zanekirin û rêxistinkirinê dimeşîne.

Jin, ji bo avakirina civaka demokratîk, parastina xwezayê û azadiya jinê xwe bi rêxistin dike. Ji bona hemû jinên Şengalê, rêxistinên demokratîk, azad û wekhev ava dike. Ji civakê re pêşengiyê dike. Li ser vê esasê di aliyê siyasî, civakî, aborî, çandî, dîplomasî, hiqûqî, perwerdehî, ragihandin, tendirustî û hwd. de komîn û komîteyan birêxistin dike. Di her xebateke civakî de tevlîbûn û rêxistina wekhev esas digre. Bi kesayet, sazî û rêxistinan re, bi jinên herêm û cîhanê re li ser esasê hevgirtina jinan pêwendî û îtîfaqan pêşdixe. Ji bo civaka demokratîk û Şengaleke azad tekoşînê dike. Ji bo hêzên ku fermana 74’an pêk anîne werin mehkemekirin, di qada navnetewî de jenosîd were qebûlkirin, xebat dimeşîne û tekoşînê pêşdixe. Li ser esasê îndîmaca (entegrasyona) demokratîk, xebatên siyasî, hiqûqî û civakî dimeşîne.

D- MEBDEYÊN BINGEHÎN

  • Li ser esasê civaka demokratîk, Ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe birêxistin dike û bi hişmendiya ku civaka xwe bixwe rêve bibe têdikoşe.
  • TAJÊ’ê, Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YJŞ) û hêzên ewlekariya hundirîn ên jin, hêza xwe ya parastinê dibîne.
  • Endamên jin ên di nav xebatê giştî de cih digrin, di heman demê de endamên TAJÊ’ê
  • TAJÊ’ê, di nava karên giştî de, bi rêya endamên xwe, xwe birêxistin dike, endamên TAJÊ’ê yên di xebatê giştî de mijarên xweser, bi navenda TAJÊ’ê re hevbeş dike û mijarên giştî jî parve dike.
  • Di xebatên giştî de tevlîbûna wekhev û nûnertiya wekhev tê esas girtin. Di hemû sazî û dezgehên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de pergala hevserokatî û hevberdevkiyê esas digire.
  • TAJÊ’ê bi pêkhate û endamên xwe, di her karî de tevlîbûna li ser esasê nêrîna azad û demokratîk esas digire.
  • TAJÊ’ê bi rêxistinên jinan û bi rêxistinên civakî yên demokratîk re, avakirina îtifaqa wek mebdeyekî stratejîk digre dest, bi van rêxistinan re sazî û yekîtiyên hevbeş ava dike.
  • TAJÊ’ê bi hemû jinên ji pêkhateyên cuda yên Iraq û herêmê re li ser esasê pîvanên azadî û demokratîk têkiliyan pêş dixe.
  • TAJÊ’ê li dijî her cûre desthilatdarî û zayendperestiyê tekoşîn dike, hişmendiya civaka demokratîk, ekolojîk û azad pêşdixe.
  • TAJÊ’ê di civakê de li gorî feraseata civaka exlaqî û polîtîk tekoşîn dike û hişmendiya hevjiyana azad pêşdixe.
  • TAJÊ’ê bi pêşengiya jinan ji bo Ronesansa civaka Êzidî pêk were, xebatên fikrî, felsefîk, zanistî û ronakbîrî pêşdixe.
  • TAJÊ’ê li dijî hemû kiryaryên tenduristiya mirovan xira dike, nexweş dixe tekoşîn dike û ji bo civakeke bi tendurist jiyan bike, şîfagerî û tiba xwezayî esas digire.
  • Li hemberî zewaca temen biçûk, pirjinî, şideta fîzîkî-derûnî, destdirêjî, firotina jinê, bê qîmetkirina keda jinê, bi next firotina jinê tekoşîn dike û ji bo çareseriya van pirsgirêkan xebatên zanekirina civakê û çalakiyan pêşdixe.

BEŞA DUYEMÎN: ŞÊWAZÊ RÊXISTINBÛNÊ;

Pergala TAJÊ’ê; bi şêwazê komîn, komîte, saziyên demokratîk û li gorî pêwîstiyên jin û civakê xwe bi rêxistin dike.

  • KOMÎN: Rêxistinkirina civaka demokratîk şêwazê bingehîn ê rêxistinbûnê ye. Zihniyeta civaka komînal û demokratîk pêşdixe. Cihê biryarê yê esasî; gund, bajar û mehele ne. Her komînek bi daxwazên hevbeş û wekhev yekîtiya xwe ya komînan pêş dixe, ji cudabûn û dewlemendiyên civakê re dibe bersiv. Her komînek di nava xwe de rêveberiya xwe derdixe. Hemû proje ji aliyê komînê ve tê pêşxistin û li gorî pêwîstiyên komînê biryar tên girtin. Komîn dibe hêza çareseriya pirsgirêkên civakê û aboriya xwe ya komînal ava dike.

 

  • MECLÎS: Meclîs, ji berdevkê komînan, ji sazî û temsîla pêkhateya ava dibe. Ji pêşxistin û rêxistinkirina pergala demokratîk û azad berpirsiyar e. Di bingeha paradîgmaya azadîxwaziya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk de zanebûn, vîn, rêxistinbûyîn bide qezenckirin, li her qadê rêxistin ava dike, têkoşîn dimeşîne. Di bingehê pîvanên jina azad de hevkarî û yekîtiya jinê pêş dixe, jinan bi hêz dike. Bi pirsgirêkên zayendperstiya civakî re di aliyê hişmendî û hiqûqî de têkoşîn dike. Ji bo ku hêza jinan a siyaseta demokratîk, vîna azad, zanebûna parastina cewherî kar û xebatên xwe bi rebazên dewlemend pêş dixe. Li gorî pêwîstiyan komîte û komîsyonan ava dike.

 

  • KOMÎTA PERWERDÊ: Komîta perwerdê, li cihên pêwîst, li gorî pedîviyan dewreyên perwerdê vedike. Bi feraseta ku “her der cihê perwerdê ye” li komînan, li saziyan û li malan, xebatên perwerdehî pêş dixe. Di xebatên perwerdê de li dijî zihniyeta zayendperest, nijadperest û dewletperest guhertina zihniyetê esas digire. Li ser esasê paradîgma Rêber Apo, zihniyeta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêş dixîne. Zanebûna jinê, li ser esasê zanista Jineolojî weke bingeha zanebûna civakê dibîne û ji perwerdeya civakê re pêşengiyê dike.
  • KOMÎNA PARASTINÊ: Li hemberî her cure êrîşên deshilatdarî û şîdeta mêr-dewletê di serî de jinên Êzdî hemû jinên şengalê de zanebûna parastina cewherî pêşdixe. Di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dike û ji bo jinan rêxistinbûnên parastina cewherî ava dike. Bi mebdeya ‘axa xwe, bedena xwe, çanda xwe, civaka xwe biparêze’ rêxistinên parastina xwecîhî di gund, mehele, navçe, bajar de pêş dixe.
  • AKADEMIYA JINEOLOJÎ: Jineolojî weke zanista jinê; ji wateya peyv û hebûna ‘’Jin’’ ya di zimanê Kurmancî de derdikeve rê û hewl dide weke zanista jinê, zanista jiyanê û zanista hevjiyanê, di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin bike. Akademiya Jineolojî ya Şengalê ji bo ronîkirina dîroka jinê ya ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêr ve hatiye nixûmandin, ji bo nûjen û zindî kirina çand, felsefe û zanista jinên Ezîdî ya resen, ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya zayendperest, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ya di nava civakê de dijî xebatên perwerdehî, lêkolînê û zanekirinê dimeşîne. Li beramberî zayendperestiyê ku mohra xwe li zanistên civakî û tevahî zanistan daye û zanistê kiriye qada desthilatdariya mêran tekoşînê dimeşîne. Akademiya Jineolojî ya Şengalê xwe li gorî pêwistiyan, li ser esasê komûnên Jineolojî ya gundan, komûnên lêkolînê, komûnên xwendinê û hwd. birêxistin dike.
  • KOMÎNA RAGIHANDINÊ (RAJÊ): Li dijî ragihandina desthilatdar a mêr hişmendiya ragihandina azad a jinan pêşdixîne. Di bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de, xwe bi rêxistin dike. Dibe deng, reng û nasnameya jinên Şengalê û civaka Êzidî. Her wiha li ser çand û dîroka hemû pêkhateyên şengalê lêkolînan dike û zanebûnê pêşdixe. Ji bo ronîkirina sucên fermanê xebatên belgekirinê dimeşîne, ji bo ferman neyê ji bîr kirin weşangeriyeke bi bandor pêşdixe. Kadroyên xwe yê ragihandinê bi awayeke pispor ava dike, proje û perspektîfên weşangeriyê pêşdixe. Rêxistinên pêwîst; weke dewreyên perwerde û komên xwe ava dike.
  • KOMÎNA ÇAND-HUNER (Sitiya Nexşa) : Xebatê çand û hunerê ya jin, bi navê Sitiya Nexşa xwe bi rêxistin dike. Sitiya Nexşa; Li dijî her cûre êrişên qirkirina çandî, çanda Ezdayetî ya resen bi ruhê berxwedaniyê zindî dike û nirxên wê yên dîrokî derdixe holê. Çanda Ezdayetî bi nirxên civaka azad û demokratîk dihûne. Ji bo çand û hunera hemû pêkhateyên ku di şengalê de jiyan dikin bi armanca ku bibe reng û dengê hemû civakan, xebatên xwe dimeşîne. Her wiha çand û hunera netewa demokratîk û şoreşê avakirin, jiyanê li dora wê hunerê de xweşkirinê esas digire. Li hemberî zayendperestiya ku li qada hunerê pêşî li jinan digire têdikoşe û zanebûna çand û hunera resen ya jinan nûjen dike.

Komîna çand û hunerê, akademî û saziyên xwe di nav civakê de pêş  dixe û xebat dimeşîne.

  • KOMÎTA TÊKILÎ Û PÊWENDIYÊN DERVE: Bi jin û gelên herêmê re, bi rêxistinên jin û civakên demokratîk, azadîxwaz ên cîhanê re têkilî û îtîfaqan pêşdixe. Di platformên li Rojhilata Navîn û cîhanê de fermana ku li ser jin û civaka Ezidî pêk hat dide nasîn. Her wiha ji bo Fermana 74’an weke jenosîd were qebûlkirin tekoşîn dike. Li qadên Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê xebatên nîqaş, panel û konferansên dîplomatîk dimeşîne. Komîta pêwendiyên derve, ji bo hevgirtina jinan, ji bo aştiya civakî û xuşk û biratî çêbibe hem li herêmê, hem jî li derveyî welat xebatê dîplomatîk, hiqûqî û civakî dimeşîne.
  • KOMÎNA ABORÎ: Ji pêşxistina aboriya komînal berpirsiyar e. Li ser vê bingehê xebatên zanakirin dimeşîne û rêxistinbûnên aboriya komînal pêşdixe. Li hemberî bêkarî û neçariya ku li ser jinê tê ferzkirin tekoşîn dike, di qada aboriya jinan de zanebûn, îrade û rêxistinbûnê pêş dixe. Ji bo nirxê keda jinê bê dîtin û naskirin têkoşîn dike. Koperatîfên aborî, di milê çandinî, sawalkarî û hwd. pêşdixe. Pergala komînal a aboriya jinan ava dike.

 BEŞA SÊYEMÎN:

AVAHIYA RÊXISTINÊ Û KARÎGERIYA WÊ:

  • KONGRE:
  • Cihê herî jor yê TAJÊ’ê yê biryargirtinê Kongre ye. Kongre ji pêkhate û temsîlên ku qadên rêxistinê bi beşdarbûna delegeyên hatine diyarkirin du salan carekê kom dibe. Di rewşên awarte de bi biryara endamên meclîsê, kongre dikare salekê paşde werê xistin an jî pêş de werê girtin.

 

  • Delegeyên Kongreyê, di nav komîn û pêkhatiyan de bi hilbijartinê tên diyarkirin.
  • Kongre, guhertinên ku di hevpeymanê de çêbibin nîqaş dike û erê dike.
  • Kongre, siyaseta tevgerê ya giştî, plansazî û projeyên du salan diyar dike, meclîsa xwe hildibjêre û erê dike.
  • Di Kongreyê de, rêveberî bi hilbijartina dengê veşartî û hijmartina vekirî tê derxistin.
  • MECLÎSA TAJÊ:

Meclîs di navbera her du kongreyan de cihê biryarê ye.

  • Di ber biryar û plansaziya Kongre û Konferansan de berpirsiyar e. Raporên xebatên xwe pêşkêşî van platforman dike.
  • Meclisa TAJÊ’ê ji berdevkên komîn, komîte, ji temsîlên pêkhate û endamên jin ên di meclîsa giştî de pêk tê.
  • Komîn û pêkhate her du meha carekê civînên xwe pêk tînin û bi raporên xwe tevlî civîna meclîsê dibin.
  • Meclîs, her 2 mehan carekê civîna xwe çêdike.
  • Endamên meclîsê yên di wexta xwe de tevlî civînan nebin, sebebê netevlîbûnê bi nivîskî an jî devkî di demê wê de radigihînin. Bê sedem du caran li ser hev nehatina civînê dibe îhlala dîsîplînê û derheqê wan de diçe biryaran.
  • TAJÊ, ji bo yekîtiya Êzidiyan xwe berpirsyar dibîne û xebatên hevpar bi têvgerên jin, ên parçeyan re dimeşîne. 

E – KORDÎNASYONA TAJÊ:

  • Kordinasyon, ji 5 kesan pêk tê. Ji vana sê kes di kongereyê de tên hilbijartin. Hevseroka meclîsa gel û berdevka komîteya têkiliyên derve di nav koodinasyoanê de cih digirin. Meclîs, ji nav sê kordinasyonên di kongereyê de hatine hilbijartin berdevka tevgerê hildibijêre.
  • Kordînasyon her 15 rojan carekê tekmîla xwe digire, mehê carekê civîna xwe çêdike.
  • Kordînasyon, ji şopandin û venêrîn kirin, tewcîhat dayîn û pêşxistina hemû xebatên qadan berpirsiyar e. Di nava pêkhateyan de dan û standina ku pêwîste pêşdixe.

           BEŞA ÇAREMÎN: ENDAMTIYA TAJÊ Û ESASÊN TEVLÎBÛNÊ:

  • PÊNASEYA ENDAMTIYÊ: Kesa ku hevpeymana TAJÊ’ê qebûl dike, di çarçoveya hedef û armancên hatine diyarkirin de bi dildarî ji bo azadiya jin û civakê xebat dike û tekoşînê dimeşîne dibe endama TAJÊ.
  • MAFÊ ENDAMTÎ: Her endama TAJÊ’ê, mafê xwe yê hilbijartin û bijartinê heye. Di bingehê hevpeymana TAJÊ’ê de xwedî wê mafê ye ku di her astê de erk bigire û kar bike. Mafê xwe yê rexnekirin, rexnedayîn, pêşniyar, rapor û biryar girtinê heye. Xwedî maf e ku ji perwerdeyan sûd werbigire. Mafê xwe heye ku derbarê kar û xebatên TAJÊ’ê de agahî bigire.
  • ENDAM GIRTIN Û DERXISTIN 
  • Kesên ku dixwazin bibin endamên TAJÊ’ê, divê hevpeymana TAJÊ’ê qebûl bike û li gorî pîvan û hevpeymanê kar bike. Li cihê Komîn, komîte û sazî lê heye serlêdana bi niviskî an jî bi devkî dike.

Derxistina ji Endamtiyê; kesa ku dervayî pîvan û mebdeyên hevpeymanê tevbigere û li hemberî erkên meclîsê berpirsyaritiyên xwe bi cih neyînê ji endamtiyê tê derxistin.

Ev hevpeymana Tevgera Azadiya Jinên Şengalê, piştî ku di kongereyê de hat erê kirin heta kongereyeke din nikare were guhertin.

18.05.2026

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî

 

Back to top button