
Tevgerên Jinên Êzidî ji bo mafê hêviyê name ji Konseya Ewropayê re şandin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî yê Almanyayê (SMJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî yê Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe ji mafê hêviyê sûd werbigire û dewleta tirk li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê gavên pêwîst biavêje, nameyeke hevpar ji Konseya Ewropayê re şandin.
Naveroka nameya TAJÊ, SMJÊ, Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava, Moskov û Ermenistanê ku ji Konseya Ewropayê re şandine wiha ye:
“Em wek sazî, rêxistin û tevgerên jinên êzidî vê namê pêşkêşî we Konseya Ewropayê dikin. Li seranserê cîhanê şerên gelek dijwar diqewimin. Bi hezaran mirov, jin û zarok dibin qurbaniyê van şeran. Di vê serdema dijwar de ku şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin deriyek çareseriyê û aştiyê vebûye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ev pêvajo bandora xwe ji her milê ve li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ger ev pêvajo bi awayek serkeftî bi encam bibe wê gelek alî û gel ji vê pêvajoyê bi awayek erênî sûd werbigirin.
27 sal in Rêber Abdulah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin zext û tecrîdek giran de tê ragirtin. Rêber Abdullah Ocalan nûnerê bi milyonan mirovan e ku em jî wek civaka êzîdî wî ji bo xwe wek Rêber û pêşengek dibînin. Di heman demê de jî bi milyonan mirov li ser fikir û ramanê wê dimeşin. Em dixwazin destnîşan bikin ku muxatabê çareseriyek mayînde Rêber Ocalan e. Bê wî û fikir û ramanê wî aşitiyek mayînde li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk nayê.
Li Tirkiyeyê bi hezaran girtî hene û hemû jî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku girtiyek nabe heya dawiya emrê xwe di zindanê de bê ragirtin. Dewleta tirk jî vê zagonê wek zagon dipejirîne lê bi van kiryarê xwe pêk nayne. Konseya Ewropayê ev çend carin ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan ji bo mafê hêviyê bang li Dewleta Tirkiyeyê dike ku mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bi cîh bîne lê dewleta tirk di vê mijarê de tu gavek û guhertinek çênake.
Em wek civaka êzidî bi taybet jî jinên êzidî me gelek êşên mezin jiya. Me 74 fermanên qirkirinê jiyan kir, fermana ku herî dawî jî di dîroka 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat. Em bi saya fikir û ramanên Rêber Ocalan ji fermana dawî rizgar bûn û di qirkirinek tunebûyînê re derbas nebûn. Em wek civaka êzidî Rêber Ocalan wek parazvan û rizgarvanê xwe dibînin. Yê ku civakek ji qirkirinê rizgar bike û biparêze, nabe di zindanê de be. Ji ber vê yekê jî em daxwaza azadiya fîzîkiya Rêberê xwe dikin. Em ji we jî dixwazin ku mafê hêviyê bê bicihanîn. Nabe ku girtiyek heta hetayê di bin zextên giran de li zindanê bê ragirtin.
Em wek civaka êzidî ji we daxwaz dikin ku Mafê Hêviyê ji bo Rêber Ocalan û hemû girtiyan bê bicihanîn. Her wiha biryara mafê hêviyê ku wek Konseya Ewropayê we di 18’ê îlonê de girtiye, li ber çavan re derbas bikin û ji bo dewleta tirk biryara we ya mafê hêviyê pêk bîne zextê lê bê kirin.”