
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) bi daxuyaniyekê tevlî kampanya ‘YPJ Parastina Rûmeta Jinê ye’ bû. Daxuyanî ji hêla Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen ve hate xwendin.
JI RAYA GIŞTÎ RE
Şoreşa Rojava bi avakirina yekîneyên parastina jin YPJ bû xwedî mîrateyeke dîrokî berxwedana jinan a sedsala 21’emîn. Ji sala 2013’an ve hêza parastina rûmet û îradeya jinên azad YPJ, li beramberî hêza tarî DAIŞ’ê û şerên desthilatdariyê, li beramberî zîhniyetên qirêj û zayendperest, di eniyên berxwedanê ya herî pêş de bi berdelên giranbûha ji bo parastina ax, rûmet û nirxên mirovahiyê şer dike û tekoşînê dimeşîne.
YPJ ne tenê li Bakur û Rojhilatê Surî û Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Êzidî nasnameyeke ya hişmendiya parastina cewherî.
Şervanên YPJ, di sala 2014’an de; li dijî terora sedsala 21. ya herî mezin, li dijî DAÎŞ’ê, li beramberî qirkirina civaka Ezîdî û qirkirina jinan hebûna xwe kirin mertal û bi hawara Şengal’ê ve hatin. Hêza ku di fermanê de pêşî li qirkirina jinan girt, berdelên giranbûha dan û tekoşîn meşand YPJ bû.
Hikûmeta Demkî ya Sûrî, bi hişmendiya desthilatdariya mêr tevdigere û hebûna YPJ nas nake. Ev aqlê ku îradeya jinan û hêza wê ya parastinê nas nake wê jin li hemberî viya bêhelwest nebin û mafê xwe yê rewa biparêzin. Ji ber vê yekê tekane reya parastina hebûna jinan, ji xweparastinê derbas dibe.
Em weke jinên Ezîdî baş dizanin ku; jin yek lahze jî nikare dest ji parastinê berdin. Şerê herî talî ya Sûrî de jî me dît ku gelek sucên şer li dijî hêzên parastina jin YPJ û dijî gelan hatin kirin. Em ê jêkirina ew keziya Şervana jin û bedena wê şervana ji bînayê avêtin xwarê ji bîr nekin. Ew şervanên heqîqetê ne ku li hemberî tarîtiyê bûne ronahiya şoreşa jinê.
Bi vê baweriyê em weke TAJÊ; piştgiriya kampanyaya ‘’Em Hemû YPJ ne’’ û ‘’YPJ hêz û temînata parastina destkeftiyên jina ye’’ dikin û dibêjin; xweparastin mîsogeriya hebûna jinane, YPJ mîsogeriya azadiya jinane. Pêwiste Hikûmeta Demkî ya Sûrî YPJ; weke arteşa jinan û arteşa herî rewa ya Sûrî di aliyê fermî de nas bike. Xwedî derketina YPJ, xwedî derketina berxwedan, tekoşîn û azadiya jinan e.
Bijî Berxwedana YPJ
Bijî Berxwedana Jinan
Jin Jiyan Azadî