Hevpeyvîn

Hêviya min ev kongere bibe kongereya aşitî û îtifaqa Êzidiyan

Endama tevgera azadiya jinên êzidî TAJÊ Nûrê Şengalî, ya ku beşdarî kongereya 6’emîn a meclîsa xweseriya demokratîk a şengalê bûye ji malpera me re axivî û kongere li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.

6’emîn kongreya MXDŞ’ê bi diruşma ‘Yekîtî, Azadî, Çareserî’ di 28ê Adarê de bi beşdariya 250 delegeyan hat li dar xistin. Delegeya 6’emîn kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nurê Şengalî ku endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) ya Xanesorê ye di derbarê wate û girîngiya kongreyê axifî. Nurê Şengalî:
“Îro em kongreya xwe ya 6’emîn li dar dixin. 2 salê carek kongre çêdibe û xwe nû dike. Endamên meclîsê tên gûhertin, hinek nû tên. Ji derve peyam hatin, name hatin, dîsa nîqaş hatin meşandin. Ev kongre bi taybet ji bo jinên me yên Êzidî girîng e. Beriya fermanê ne meclîsa me hebû, ne jî tiştek din. Piştî fermanê ev fikirê bijon(paqij) ket nav civaka me û nav jinên Êzidî. Berê jina Êzidî nedikarî rabe ser piyê xwe, nezan bû, ji pêşketinan dûr bû. Berê nedikarî ji mal derkeve, biçe derekê, heta nedikarî biçe dikanekê. Piştî fikrê Serok Apo kete nav milletê me yê Êzidî jina Êzidî jî ev fikir ji xwe re hilgirtiye û pêş de çûye.
Kongreya me ya ku 2 sal carek tê li dar xistin, bi xwe re gûhertinan çêdike. Em hêvîdar in ev kogre jî ji bo gelê me yê Êzidî xêrê bîne. Bibe kongreya aşitiyê. Bibe kongreya tifaqê. Em ji vê derê heta Îmralî jî Serok Apo silav dikin. Me ev fikrê paqij ji wî girt. Jinan, gelên bindest hemû vî fikrî hilgirtiye û înşallah wê bi ser keve û wê rabe ser xwe. Înşallah wê Serok Apo jî azad bibe. Em bi xwe jî azadiya wî dixwazin û ew jî bikaribe were Şengalê.”

 

 

Back to top button