ÇalakîLi dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinêNûçe

Li Şengalê pêngava xweparastinê: Ji jinên Ereb li dijî qirkirinê semîner

Jinên Ereb li gundê Bîrcarî yê li ser sînorê Şengalê li dijî qirkirina jinan semîner li dar xistin.

Di çarçoveya pêngavê de  jinên Ereb ên gundewarên sînorê Şengalê, li gundê Bîrcarî ji jin û mêran re semînerek derbarê  îşkenceya ku li jinê tê kirin, lidar xistin. Semîner ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Di semînerê de endamên meclîsa jinên Ereb ên gundewarê Şengalê axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandina ser jinên Êzidî û dema fermanê.

Her wiha têkildarî têkoşîna jinên Êzidî ya qasî 10 salan hatî meşandin, nirxandin hatin kirin ku di vê pêvajoyê de jinên Êzidî çawa îradeya xwe raber kir û xwe bi rêve bir.

Her wiha di semînerê de behsa qetilkirina jinan û berxwedana li dijî vê yekê hate kirin û hat gotin ku li herêmê bi belavbûna fikrên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re, jiyana wekhev hatiye rûniştandin û wiha hate gotin: “Îro jina Şengalî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dike û xwe bi rêve dibe, îradaya xwe ya azad ava kiriye û li dijî her curê êrîşa li ser jinan li ber xwe dide.”

Back to top button