Daxûyanî

TAJÊ: Li dijî qetilkirina Xezalan, dem dema tekoşîn û berxwedanê ye

TAJÊ xemsariya nexweşxaneyên taybet ên Silêmanî şermezar kir diyar kir ku hedefgirtin û qetilkirina jinan binpêkirina mafên mirovan e.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) şehîd Xezal Mewlan bi rêzdarî bibîr tînin  û sersaxiyê ji malbat û xizmên wê re dixwazin. Her wiha em sersaxiyê ji tevahî civaka Kurd û jinên Kurd re dixwazin.

Weke tê zanîn Xezal Mewlan ji aliyê balafirên bêmirov ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hate hedefgirtin û şehîd ket. Em vê êrîşa li ser jina Kurd bi tundî şermezar dikin. Ev buyer ne ji rêzê ye, beşeke ji siyaseta ku armanca wê qetilkirin, qirkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan e. Ev ji qetilkirina Jîna Emînî ku bi diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû sedema xwepêşandanên mezin ne qut e. Li beramber van kiryarên hovane divê civaka Kurdistanê, jinên Kurd û cîhanê bêdeng nemînin û li dijî bisekinin.

Hevgirtin û yekîtiya me ya jinan wê pêşî li van êrîşan jî bigre

Di heman çarçoveyê de em xemsariya nexweşxaneyan û saziyên tenduristî yên li Silêmanî ku di dema pêwîst de tedawiya Xezalê nekirine bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar ne li gor exlaqa bijîşkî ye û di aliyê tibbî de jî suc e. Sedem çi dibe bila bibe, kes kî dibe bila bibe lazim e ji aliyê bijîşkan ve bê dudilî werin  tedawî kirin, lê di bûyera Xezal de me dît ku hatiye binpêkirin. Ji bo wê jî divê bi awayekî vekirî ev sucê mirovahiyê bê lêkolînkirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn.

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em teqez dikin ku hedefgirtin û qetilkirina jinan bi her awayî binpêkirina mafên mirovan e. Di pêvajoyeke wisa de ku qetilkirina jinan di asteke jor de ye pêwistiya me jinan herî zêde bi hevgirtin û yekîtiyê heye. Çawa ku em bi yek dengî li Rojava xwedî derketin, divê bi heman awayî xwedî li Rojhilat jî derkevin. Hevgirtin û yekîtiya me ya jinan wê pêşî li van êrîşan jî bigre. Em bang li hemû jinan dikin; ji bo rawestandina şer û pêşî li qirkirina jinan bigrin rabin ser xwe. Dem dema tekoşîn û berxwedaniya jinan e.”

Back to top button