JINÊN ÊZIDÎ BI TAJÊ RE LI ÎRAQÊ PÊŞENGTÎ JI JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK RE DIKIN
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Bexdayê bi jinan re dest bi hevdîtinan kir. Ji bo danasîna TAJÊ, bi rêxistin û kesayetên jin ên li Îraqê re, bi şandeyekê, ji bo hevdîtinên bi jinan re serdana Bexdayê kir. Şande ji sê kesan pêk hat; Rîham Hico Endama Kordînasyona TAJÊ, Zozan Simo Endama TAJÊ û Suham Şingalî berpirsa têkiliyên derve ya TAJÊ.
Bi armanca danasîna kar, xebat û rêxistinbûna jin di Şingalê de, her wiha nêrîna jin ji bona rewşa siyasî, civakî, parastinî li herêmê û ji nû ve avakirina Şingalê, li Bexdayê bi saziyên jinan, jinên rewşenbîr, çalakvan ên sivîl, rojnamevan û hwd. bi gelek aliyan re hevdîtinan pêk anî. Di hevdîtinan de ev mijar yek bi yek hatin nîqaşkirin.
Hevdîtin bi van aliyan re hatin kirin:
Umeya Tehsîn Beg; kar û barên Êzidiyan li Bexda .
Munazemeya Azadiya Jin ya Îraqê.
Şiruq El Ebayîcî; Sekretera Partiya Tevgera Sivîl ( Hereketa El Medeniya )
Hadî El Selamî; endamê Parlemena Îraqê.
Rojnemevan û karmendên qenata El Bexdadiya Elî.
Wezarete Koç û Koçberan.
Lêkolînvan; Lehîbe Lîcin.
Exlas El Şerî; cîgera seroka partiya netew.
Hena El Edwer; seroka tora jinan ya Îraqê.
Emel Ebaşî; berpirsa Cumiya Emel.
Şemsa Necar; çalakvana sivîl.
Bidur Cerah ;çalakvana sivîl.
Niqeya Im Selam; çalakvana sivîl.
Şamîran; Kordînasyona Tavna Jinên Îraq.
Mehmud El Igêlî; serokê Partiya El Uma.
Di hevdîtinan de ev mijar hatin giftugokirin;
- Jinên dîlgirtî yên de destê çeteyên Daîşê de û rizgakirina wan.
- Rewşa koçberên di kampên Başûrê Kurdistanê de, sedem û astengiyên li pêşiya vegera koçberan.
- Rewşa Şingalê.
- Zextên hikûmeta Îraqê yên li ser civaka Êzidî li Şingalê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên herêmê.
Dîsa bi berfirehî asta rêxistinbûna civaka Êzidî di pêşengtiya jin de û girîngiya yekîtî û têkoşîna hevbeş a jinan li Îraqê jî hat giftugokirin. Li ser vî esasî TAJÊ ji van aliyên jinan daxwaza piştgirî û têkoşîneke hevbeş li dijî siyaseta qirêj a li Şingalê û êrîşên dagirker ên li ser gelên herêmê kir.