
TAJÊ 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin bibîranî
Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) bi boneya 10’min salvegera 19 jinên Ezidî ku li Mûsilê bi destê çeteyên Daîşê hatibûn şewitandin daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla berdevka TAJÊ’ Rîham Hesen ve hate dayin.
Di 2014’an de fermaneke reş li ser civaka me ya Êzidî de hat. Di encama fermanê de gelek jin û keçên me yên Êzidî hatin revandin. Di encama fermanê de 3’yê Hezîrana 2016’an 19 jinên Êzidî di qefesê de li pêş çavê herkesê hatin şewitandin.
Weke TAJÊ em wan jinan careke din bi bîr tînin û soza xwe ya ji wan re nû dikin. Ew nayên ji bîr kirin û em ê wan nedin ji bîr kirin jî. Ya li ser civaka me de hate kirin mînaka wê tu devera cihanê nîne. Ne tenê sere civakekê de bû, di heman demê de li sere mirovahiyê hate kirin. Bi boneya vê rojê em bang li saziyên jin dikin, ji bo pêkanîna edaletê dengê xwe bilind bikin.
Ji bo ji berpirsên vê fermanê ku di destê wan de xwîna civaka me heye hesab bê xwestin û edalet ciyê xwe bibîne em ê têbikoşinê bilind bikin.
Rihê şehîdên jin saxbe, bijî berxwedana jinan, Daxuyanî bi dirûşma
jin jiyan azadî, bi dawî bû.