TAJÊ: DIVÊ DI ZÛTIRÎN DEM DE KUJERÊ AXÎN WERÊ CEZAKIRIN
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyanİyekê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi zûtrîn dem kujerê Axîna 6 salî ceza bike. TAJÊ’ê da diyakirin ku ewê li Axînê xwedî derkevin û li dijî van kiryaran heya dawî tekoşîn bikin.
Di despêka Meha Tebaxê de li Kampa Çemmişko a li navçeya Zaxo Faroq Mîrza yek ji koçberên Şingalê, li gel keça xwe a bi navê Axîn a 6 salî ji aliyê kesekî ji Duhokê ve hatin qetilkirin. Piştî kujer hat girtin, Rêveberiya Polîsên Dihokê bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku Axîna 6 salî rastî destdirêjiyê hatiye û piştre hatiya qetilkirin.
Li ser qetikirina Axîn û babê wê herkû diçe nerazîbûnên civaka Êzidî û rêxistinên jinan zêde dibin. Di vê çarçoveyê de îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniykê qetikirina Axînê şermezarkir û bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir daku kujerê Axîn û babê wê were cezakirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Wetha Reşo ve hate dayîn. Di despêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Axîn re hate xwesetin û hat gotin: “Em wek gelê Şengalê di dîrokê de rastî 74 fermanan hatine, gelê me ku niha di nava kampên Başûrê Kurdistanê de ye, ji ber dûrketina ji axa xwe û zilma li wan tê kirin, dinava fermanê de jiyan dikin.
Çawa keçeka weka Axîn a 6 salî destdirêjî li ser bê kirin, ev kiryar ji yên DAIŞ’ê ne cudaye û em wek dayîkên Şengalê heya dawî emê li dijî van kiryaran tekoşîn bikin û pêwîste ev kes bi zûtirîn dem bê cizakirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî yên li nava kampên Başûrê Kuridistanê ne hat kirin daku vegerin ser warê xwe û wiha domkir: “Ev ne cara destpêkêye desdirêjî ser keçên biçûk tê kirina. Bi sedan carin ev kiryar dubare dibin. Pêwîste gelê me êdî xwe ji wê zilmê xelas bike û berê xwe bidin Şingalê. Pêwîste gelê me vê îxanetê li ser xwe qebûl neke û vegerin ser malên xwe.”