TAJÊ;BIRÎNÊN MEXDÛRÊN ERDHEJÊ, BIRÎN Û ÊŞA MEYA
Di serî de em ji tevahî Gelê Bakurê Kurdistan,Rojavayê Kurdistanê û tevahî gelên ku bune mexdurê erdhejê re sersaxiyê dixwazin û weke civaka Êzidî û Jinên Êzidî em êşa wan parve dikin. Em şifayê ji tevahî birîndaran re dixwazin û em hêvî dikin ku kesên di bin xirbeyan de jî werin rizgar kirin.
Rexmê ku tê zanîn cihên ku erdhej lê çêbuyî xetên wê ne, lê hukumeta AKP’ê ji bo parastina gel tiştek nekiriye di encama xemsarî, sextekarî û hîleyan de avahiyên ku gel dikevinê dibin gorên wan. Li gel ku sedemên ev qas windahiyan hukumete lê em dişopînin hawar û qêrîna mirovan, zarokan dibin xirbeyan de bilind dibe lê Hukumeta AKP’ê MHP’ê tiştek ji bo rizgariya gel nake bi hewara wan ve nayê haya alîkariyên ku ji gel re diçe dest datîne ser, ev cihê şermê ye.
Di vê tevahî cîhan ji bo gelê ku mexdur mane rabin ser piyan û destê alikariyê dirêjî gel bikin.Her wiha herêmên Rojavayê Kurdistanê yên dibin dagirkeriya Tirkiyê de û dibin destê Hukumeta Suriyê jî Eredhej çêbu gelek kesan jiyana xwe ji destdan her wiha bi sedan birîndar bun ji wan re jî em sersaxî û şîfaya dixwazin.Li herêmên dibin destê Hukumeta Suriyê de jî alîkarî jêre nayê kirin her wiha herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de jî weke Cindirêsê heya niha kes bi hewara wan ve neçune, ne Suriye ne jî Hukuneta tirkiyê bi hewara wan ve diçin.
Em bag li civaka xwe ya Êzidî her wiha bang li tevahî gelê Ewrupa dikin ku çi ji me bê em ji bo kesên mexdur bikin. êşa wan êşa me hemûyane, birîna wan birîna me hemûyane.