KIRYARÊN PDK LI SER JIN Û CIVAKA ÊZIDÎ, JI YÊN DAIŞÊ NE ÇÛDATIR IN
Ji 3 Tebaxa sala 2014an ve bi deh hezaran ji gelê me ji neçarî di kampên Başûrê Kurdistanê de jiyan dikin. Ew gelê di wan kampa de dimînin ji aliyê PDK’ê ve weke dîl tên girtin. Siyaseteke pir qirêj li ser wan tê meşandin. Ev siyaset ne ji fermana 3 Tebaxê cuda ye, pêve girêdayî û berdewamiya wê ye. Ji bo ev gel careke din venegere ser malê xwe çi ji destê PDK’ê hatiye bi gel dide kirin û şerekî taybet li ser wan dide meşandin. Di milekî de hevkariya dewleta Tirk dike û di nava civaka Êzidî de sîxuran dide avakirin, weka ku li xwe mukirhatinên ew kesên ku beriya demekê di operasyona YBŞ’ê de hatibûn desteserkirin. Di wirde didan diyarkirin ku PDK çiqas bi dewleta Tirk re alîkar e û destekê didêkê. Her weha ji bo gel venegere ser axa xwe, weke ku Şengal ne ewle ye dide xwiyakirin.
Di aliyekî din de jî xuya dike ku PDK’ê çiqas bi xirabî li ser keç û jinên Êzidî kar dike û wan ji çand, bawerî û exlaqê wan dûr dixe. Di nav van salê talî de bi dehan keç û jinên Êzidî ji aliyê girûpên ser bi PDK’ê û desthilata Başûr ve hatine revandin û heya neha çarenûsa wan ne diyar e. Herî dawî careke din ji kamp û heremên Êzdiyan 2 jin hatine revandin. Bi dehan mînakên weha hene ku malbat ji tirsa zext û zora PDK’ê nikarin dengê xwe bikin.
Ev nêzikatiyên ku li hember jin û civaka Êzidî têne kirin pir xeter in û ji kiriyarê Daîşê ne cudatir in. Daîşê bi darê zorê keç û jinên me ji ol û baweriya wan dûrdikirin, lê PDK’ê bi siyaseta xwe ya qirêj heman kiriyaran dike û bi vî awayî keç û jinên Êzidî ji bawer î û civaka wan qut dike. Dixwaze di şexsê jinan de Êzdatiyê ji kokê de rake û tune bike.
Weka Tegera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÎ) em carek din dubare dikin û dibêjin ku; pêşîgirtina van êrîşan û çareseriya wê vegera li ser axa xwe ye û ji bin desthildariya PDK’ê û siyaseta wê ya qirêj xwe rizgarkirin e. Heta ku miletê me yê di kampên Başûrê Kurdistanê de dîlê siyaseta PDK’ê bin, wê li ser wan komkujiyên çandî û exlaqî her pêk bînin.
Em bang li tevahî civaka xwe û bi taybet li jinan dikin ku li hember van kiriyarên qirêj bêdeng nemînin. Em dîsa dengê xwe digihînin meclîsa Rûhanî ku xwe li hember van kiryaran bê deng nekin, xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên li hemberî civaka xwe derkevin.