Li Şengalê ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Şengalê çalakiyên 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li Geliyê Kersê ya Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 300 dar hatin çandin.
Jinên Êzidî yên beşdarî çalakiya dar çandinê bûn anîn ziman ku ew bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û têkoşîna ji bo azadiyê naskirine û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin.
‘4’ê Nisanê Rojbuna tevahî civaka Êzidi ye’
Di çalakiya dar çandinê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edul Şemo axivî û wiha got; “Rojbuna Rêber Apo Rojbuna tevahî Êzidiyane rojbuna tevahî cihanê tevahî Jinane ji bo wê em vê rojê pîroz dibînnin em 4’ê Nisanê li Rêber Apo li tevahî mirovahiyê piroz dikin.”
Piştî axaftinê bi dengê erbane û stranên Koma Kulîlkên Êzidxanê yên girêdayî Navenda Çand û hunera Sitiya Nexşan ve jinan jî bi kêfxweşiyeke mezin dar çandin.