LI HEMBERÎ HEMÛ CURA PÎLAN, PIROJE Û ÊRÎŞAN WÊ HELWESTA ME XURT BE
Ji dîrokê ve heya roja îro, civaka Êzidî, Şingal cihekî pîroz, mesken, sitargeh ji xwe re dibîne. Şingal di dîroka Miletê Êzidî de xwedî cihekî taybet e, ku ji 74 an fermanan xwe parastiye. Çiyayê Şingalê ji bo Êzidiyan cihê biyaryê ye.
Şingal cihekî wisa ye ku piranî nivûsa wê Êzidî ne. Lê ne bi tenê Êzidî lê jiyan dikin, gelek netew, ol û baweriyên din, wek Mesîhî, Musilman, sina û şîa jî lê jiyan dikin. Bi sedên sala ye ku civaka Êzidî bi biratî li ser xaka Şingal bi van ol û baweriyan re jiyan dike.
Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî 74 ferman hatiye. Lê belê çi qasî ferman jiyan kiriye dev ji çanda xwe berneda ye. Di çand, bawerî, exlaq û rêbazên Êzidyatiyê de talan, ferman, li xwe murhir kirina keç û jinan nîne. Li bermberî hemû êrîş, neheqî, talan û fermanan xwe parastiye û teslîm nebûye, Lê tu carî êrîş nekiriye.
Di sedsala 21 an de civaka Êzidî rastî qirkirinek mezin hat. 3 Tebaxa 2014 an fermana 74 an hat jiyan kirin. Ferman li pêş çavên mirovahiyê hat jiyan kirin, her kes dizane ku di fermanê de çi qewimî. Milatê Êzidî ne hat parastin, pêşmergên PDK revîn û Şingal firotin çeteyên DAIŞê. Di fermanê de milatê Êzidî rastî îxanetek mezin hat. Yên ku bi nan û xuyê Êzidiyan rabûyîn, bi salan civaka Êzidî bi biratî bi wan re jiyan dikir xiyanet li vê nan û xuyê Êzidiyan kirin. Demê ku Daişê êrîşî Şingalê kir gelek malbatên erebên Sunî bi DAIŞê re bûn yek û destek danê . Destên wan ket xwîna Êzidiyan de, keç û jinên Êzidî li xwe mor kirin û bi DAIŞ ê re ferman anîn serê civaka Êzidî.
8 sal li ser fermanê re derbas bûn, lê hîna pîlan, piroja û êrîş bi dawî ne bûne. Pîlanên PDK, dewleta Tirk yên hevkarê DAIŞ ê û hikumeta Îraqê li ser civaka Êzidî berdewamin. Li 9 cotmeha sala 2020 hevpeymana qirkirinê îmze kirin. Di çarçoveyê vê hevpeymanê de êrîş û pîlanên qirêj li ser civaka Êzidî hene.
Berya çend rojan bi hewldanên PDK ê , dewleta Tirk û hukmeta Îraqê 25 malbatên sunî yên ku bi DAIŞ ê re bûn ango destê wan di xwîna civaka Êzidî de hebûn xwestin li Şingal bi cih bikin. Bê ku ji aliyên hêzên ewlekariyê wek emin watenî, şirta û artêşa Îraqê ve dosya wan kesan ber çavan re bên derbas kirin, bi zextê xwestin wan bi cih bikin. Vegera koçberan ne erka hêzên ewlekariyê û leşkerî ye, erka wezareta koçkoçberan e. Bi şêwazek wiha derbaskirina wan malbatan nîşaneya pîlanek qirêj li ser civaka Êzidî û heremê ye.
Helwesta jin û civaka Êzîdî ev pîlana qirêj vala derxist, lê ev pîlan bi dawî nebuye bi rêbazên cuda hewl didin pêk bînîn û tevlîheviyan di heremê de ava bikin. Çi dibe bila bibe li hemberî hemû cure pîlan, piroje û êrîşan, wek jin û ciaka Êzidî wê helwesta me her dem xurt be.
Em tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ vê listûka heyî napejrînin, em bang li hukmeta Îraqê dikin ku neyên lîstûka dewleta Tirk û PDK ê. Carekî din li ser civaka Êzidî û heremê DAIŞ bi hewldanên PDKê û dewleta Tirk tê zindî kirin ev yek metirsiyek cidî ye. Ji ber vê yekê em bang li hêzên navnetewî, mavfê mirovan tevahî cihên pêwendîdar dikin ku li hemberî vê kiryara dervayî exlaqê mirovî û qanûnî, xwedî helwest bin, kesên ku vê pîlanê pêk tînin bêne muhesebe kirin.