PEYAMÊN DI KONFARANSA JINÊN JI PÊKHATA Û BAWERIYÊN CUDA
Têkoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye.
WÊ JIYANA HEVPAR A JINAN AZADIYÊ BÎNE
Di konferansê de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Swêd peyam da, “YPG û YPJ’ê mil bi mil li ber xwe dan û di fermanê de ji bo rizgarkirina Êzidiyan ji qirkirinê korîdor ava kirin. Tevî ku 9 sal di ser fermanê re derbas bûye û gelek welat fermanê weke qirkirinê pênase dikin jî, gelê Êzidî hê jî di bin êrîşan de ye. Têkoşîna hevpar a jinan wê jiyana azad pêş bixe.”
EM KONFERANSÊ PÎROZ DIBÎNIN
Di peyama RJAK’ê. “Di êrîşên qirkirinê de jin her tim bûn hedefa esasî. Di qirkirina Êzidiyan de jinan berdêla herî giran dan. Di Komkujiya Helebce û Enfalê de dîsa jin bûn qada civakî ya herî zêde hedef hatin girtin. Mixabin îro jî li Efganîstanê berdêla herî mezin jî jin dide.”
Li ser navê KJAR’ê Rozerîn Kemanger jî axivî:
“Tenê demeke kurt ji bo yekemîn salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî ku par li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir ma.Çeteyên DAÎŞ, rejîma Îranê û Talîban berhemên heman zihniyetê ne. Ev çeteyên ku xwe dispêrin zîhniyeta serdest a mêr û êrîşên qirkirinê pêk tînin, îro di vê konferansê de yek pêkhateyê jî nas nakin. Li ser vî esasî em vê konferansê pir pîroz dibînin. Em ji destpêkê ve bi jinên Şengalî re di nava têkiliyê de ne. Em silavên xwe ji jinên Efganîstanê re jî dişînin. Jinên Efganîstanê îro di nava berxwedaneke mezin de ne.Weke KJAR’ê em dizanin ku heta jin têkoşîn nekin zîhniyeta serdest a mêr têk naçe.”
EM KOMKUJIYAN ŞERMEZAR DIKIN
Li ser navê jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî axaftinek kir. Nurten Çelebî got ““Em weke jinên Bakurê Kurdistanê qetlîamên li ser jinên Efganîstanê û Êzidî şermezar dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî jin li kolanan tên qetilkirin. Bi hezaran jinên weke Nagîhan Akarsel li van kolanan hatin qetilkirin.
Em kampanyaya ku KJK’ê ji bo jinên Efganîstan û Êzidî daye destpêkirin silav dikin û piştgirî didin.”