Jinên Şengalê di civîna TAJÊ de peyama ‘Emê bi berxwedanê serbikevin’ dan
Komîteya Peywendiyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li ser armanca Komplo û Peymana 9’ê Cotmehê û metirsiyên li ser Şengalê li navenda Şengalê civînek ji jinên Êzidî re li darxist. Di civînê de hate ragihandin: “Iraq, dewleta Tirk û PDK hîn jî pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ji rojeva xwe dernexistine û metirsî berdewame. Dibe berê êrişên dijî Rojava bidin Şengalê jî. Ji bo vê yan emê berxwe bidin û serbikevin, an jî careke din rûberûyê qirkirinê werin. Em tenê dikarin bi berxwedanê azad bijîn.”
Bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1998’an de hatiye destpêkirin û Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku li ser Şengalê hatiye îmze kirin, Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ji bo jinên Êzîdî li Meclîsa Gel a navenda Şengalê civînekî li darxistin. Civîn ji aliyê Berdevka Têkiliyên derve Suham Şengalî û Endama Têkiliyên Derve Lava Şengalî ve hate bi rêve birin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiyê û Êzidxanê re destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Peywendiyên Derve ya TAJÊ Lava Şengalî axivî.
‘Komploya herî mezin a dîrokê dijî Rêbertiya me pêkhatiye’
Şengalî diyar kir, armanca Komploya Navnetewî ji holê rakirina fikra azad bû û wiha axivî: “Komploya dijî Rêber Apo komployeke ji rêzê nebû. Komploya herî mezin dijî Rêbertiya me kirin. Gelek hesap li pişt wê hebûn, lê ev hesabên wan neçûn serî. Berxwedaniya dijî zilmê berdewame û têkoşîna gerîla jî bilindtir dibe.”
‘Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana 9’ê Cotmehê yekin’
Berdevka Peywendiyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sûham Şengalî jî îşaret bi Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser rêveberiya Êzidiyan kir û wiha got: “Peymana 9’ê Cotmehê ne peymanekî navxweyî ye, ne tenê hikûmeta herêmê û ya Bexdayê tê de amadebûn. Peyman ji aliyê hikûmeta herêmê, Bexda, Tirkiyê û Netewên Yekbûyî ve hate îmzekirin. Çawa bi Komployekî Navnetewî Rêbertiya me ji Sûriyeyê derxistin, bi heman şêwazî jî peymanek dijî Şengalê îmzekirin.”
‘Êrişa li ser Rêber Apo êrişa li ser me ye’
Sûham Şengalî diyar kir dijminên Êzidiyan bi her aliyekî hewl didin peymanê pêkbînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Çawa dijmin bi hemû hêza xwe êrişê Rêbertî dike û wî tecrîd dike, li derve jî êrişê me dike. Di warê siyasî, leşkeri û şerê taybet de bi her cûreyê êrişê me dike. Hikûmeta Kazimî vê peymanê îmze kir, lê hikûmeta nû ya Iraqê jî xistiye bernameya xwe û ji rojeva xwe dernexistiye. Hewl dide bi rê û rêbazên cûda vê peymanê pêkbîne. Lewma divê gelê me li beramber van planan hişyarbe.”
‘Fikrê Rêber Apo xwe li kuderê rêxistin kiribe, di hedefa dijmin de ye’
Sûham Şengalî destnîşan kir ku li her cihekî fikrê Rêber Apo xwe rêxistinkiribe, di hedefê de ye û wiha pê de çû: “Divê were zanîn fikrê Rêber Apo xwe li kuderê rêxistin kiribe, dijmin ji xwe re xeter dibîne. Ji ber fikra Rêber Apo Netewa Demokratîk diparêze. Ji bo wê jî dijmin dixwaze vî fikrî ji holê rake. Divê em jinên Şengalê rola xwe bilîzin û xwedî li ramanên Rêber Apo derbikevin. Yan emê li ber xwe bidin û serbikevin, anjî emê careke din rûberûyê qirkirinê werin. Ev çend roje êrişên hovane li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye destpê kirin wê demê pêş, berê êrişên xwe bide Şengalê jî. Ji bo wê jî em çiqas li berxwe bidin emê ewqasî jî azad bijîn.”
Di civînê de çalakiya fedayî ya her du gerîlayên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn hate silavkirin û nameya şehîd Rojhat hate xwendin.