ROJEV

Jinên Ereb ji bo azadiya Rêber Ocalan û xweseriya Şengalê meşiyan

Jinên Ereb yên Şengalê bi meşekê piştgiriya xwe ji pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ re nişandan.

 

Îro li gundê Barê yê Şengalê bi pêşengiya Meclisa Jinên Herêma Ereba ya Şengalê bi sedan jinên Ereb meşiyan û daxaziya azadiya rêber Ocalan û Xweseriya Şengalê kirin.

Di meşa jinên Ereb yên şengalê de bi daxuyanyekê hate destnîşankir ku her ku diçe piştgriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ ku di 21’ê Cotmehê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatibû destpêkirin, berfire dibe.

 

Meş bi rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ji seytera gundê Xelef destpê kir û heta Seytera Şehîd Zagros ya dawiya Barê dewam kir. Li wir daxuyanî hate dayîn.

Daxwiyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê Fatma Berhew ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de jinên Ereb ji pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ nişandan û gotin azadiya jina Ereb, jina Kurd û jina Kurd ya Êzidî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêkwere, herwiha hate gotin ku li ser vî esasî ewê xweseriya Şengalê û azadiya jinan misoger bikin.

Daxuyaniya wiha ye;

“Em wek jinên Ereb yên herêmên sînorî , beşdarî pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ dibin. Di serî de em tecrîda li ser Rêbertî ya ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ve tê meşandin, şermezar dikin. Armanca girtina Rêber Apo hedefgirtina gel, çand û baweriyên herêmê bi taybet jinan, ji ber ku Rêber Apo parêzvanê herî mezin yê gelan û pêkhateyên herêmê, maf û azadiya jinê ye. Sîstema emparyalîst, ji bo ku mirovan ji avakirina civak, dîrok û mirovahiyê dûr bixe, her tim ji aliyê welatên komploger yên ku polîtîkayên nû ve têmeşandin.

Siyaseta ku li dijî şexsê Rêber Apo tê meşandin, di rastiyê de li dijî hemû gelên herêmê tê meşandin. Înkarkirina rol û nasnameya Rêber Apo ku jiyana xwe ji bo civak û mirovahiyê feda kiriye, tê wateya tirsa hêza wî û asta bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîne. Em jinên Ereb yên ku bi pergala rêveberiya xweser xwe birêve dibin û bi vê ramanê xwe diparêzin, ji bo domandina vê sîstemê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Nihe em dibînin ku welatên serdest êrîişî îradeya gelan dikin, bi taybet li cihên ku bi fikir û ramanên Rêbertî xwe bi rêxistin kirine. Ji ber ku em xwe birêve dibin û desthilatdariya dewletan li ser xwe qebûl nakin. Ji ber vê yekê êrişî me dikin, me dikin hedef û komployan li dijî me pêk tînin. 9’ê Cotmeha 2020’an peymana ku di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ya Barzanî hatiye îmzekirin, êrişa li dijî hemû pêkhateyên Şengalê û îradeya wane. Ev peyman berdewamiya komploya li ser Rêber Apo ye.

Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo ji bo bidawîkirina neheqiyê û pêşxistina aştiya li hemû cîhanê ye. Di serî de em jinên Ereb yên têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bidomînin. Rêbertî weke ronahiyek rêya me ronî kir. Heft salin em xwe bi rêxistin dikin û li ser vê ramanê xwe perwerde dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin ger em têkoşîna azadiya rêber Apo mezin nekin, emê Şengalê winda bikin. Azadiya Rêbertî temînata aştiyê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîne.

Azadiya jina Ereb, jina Kurd û jina Kurd ya Êzidî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkane. Li ser vî esasî emê xweseriya Şengalê û azadiya jinan misoger bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bê SeroJiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Xweseriya Şengalê’ bidawî bû.

Back to top button