ÇALAKî
TAJÊ li dijî tecrîdê konê çalakiyê veda
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda.
Ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re Xweserî’ Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda bajarê Şengalê di bin dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Her wiha li ber konê çalakiyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê standa pirtûkên Abdullah Ocalan danîn.
‘Bi fikrên Rêber Apo em dikarin azadiyê misoger bikin’
Di roja destpêkê ya çalakiya kondevanê de ku dê sê rojan bidome Berdevka Koordînasyona TAJÊ Riham Hico axivî. : “Çalakiya me ya kon bi diruşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ wê sê rojan berdewam bike wê ji aliyê tevahî sazî û dezgehan ve serdana konê pêk bê kirin. Wê di bin vî konî de fikrê Rêber Apo weke guhdarkirin û em ê li ser wê niqaşan bi rêve bibin. Dema me Rêber Apo fam kir em ê baştir pêk bînin. Bi ramanên Rêber Apo em dikarin azadiyê misoger Bikin”
Piştî axaftinê Yekitiya Ciwanên Êzidxanê ve şanoyek li ser tecrîdê hat pêşandan.