Di roja dawî ya rêze çalakiyan de iro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Serdana Şervanên YJŞ’ê û di demjimêrên êvarê jî serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kir.
‘Jina Êzidî parastin û rêxistina civaka xwe dike’
ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji bo pîroz kirina cejna Şervanan xwe berê xwe dan Serdeşta çiyayê Şengalê û li wir yek bi yek li yekineya YJŞ’ê re gul diyarî kirin. Bi navê şandeyê Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî. Şemê Remo cejin li tevahî şervanan pîroz kir û da diyar kirin ku ew bi zarokên xwe xwe serbilindin û got: “ Weke jinên Êzidî ji bo me deskeftiyeke mezine ku em gihiştine vê astê ku em xwe diparêzin û rêxistin dikin.”
‘Em bi şervanên YJŞ’ê şanaz in’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakiz Celal qala serdana xwe ya ji bo Şervanên YJŞ’ê kir û got: “ Îro me serdana hêza xwe kir. Em bi keçên xwe û xortên xwe pir şanaz in ji ber ew parastina me dikin. Em vê rojê li tevan pîroz dikin, em li tevahî gerillayên serê çiya pîroz dikin.”
‘Sekna dayikên me hêz dide tekoşîna Me’
Şervana YJŞ’ê Sozdar Agir jî wate û giringiya rojê wiha nirxand: “ Em vê rojê li tevahî jinên tekoşîn didin meşandin pîroz dikin. Dayikên me moraleke mezin da me, îro em dayikên xwe wiha dibînin ku reng didin Şengalê bi sekna xwe bi dil wêrekî û dilnizimiya xwe ev yek me di rêya tekoşîna azadiya jinê de bi hêztir dike. Rêber Apo wateke mezin li vê rojê bar kir û got dive jin tevahî rojan wiha bi wate bikin îro em vê yekê li Şengalê dibînin her ku diçe tekoşîna jinê digihêje asteke bihêz ev jî bo siberojê hêviyên mezin ya jiyana bi rengê jinê nava xwe de dihewîne.”
8’ê Adarê Li Giyanê Şehîdan pîroz Kirin
li gel endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê meclisên gel jî berê xwedan Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û yek bi yek li ser gorên şehîdan gul danîn. 8’ê Adarê li giyanê tevahî cangoriyan pîroz kirin.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Xoxê Seydo jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got:“Bi boneya 8’ê Adarê me berê xwe da goristana şehîdên xwe, ji ber wan ev roj diyarî me kirin. Ji bo wê tevahî xweşiyên xwe de em despêkê berê xwe didin şehîdgehên xwe. Bi saya Rêber Apo em îro fêrbûn ku rojeke jinê jî heye îro jî em roj bi roj pêşdikevin em ji bo axa xwe ji bo miletê xwe tekoşîn dikin. Ji bo hemû roj bibin roja 8’ê Adarê em kar û xebat dikin ez serkeftinê ji tevahî jinan re dixwazim”