
Şengalî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Şengalê bi pêşengitiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist û azadiya fîzîkî ya Ocalan xwestin
Pêkhateyên Şengalê bi pêşengitiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş li Deriyê Kersê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ala Ocalan heta Parka Serok Apo dewam kir.
Li Parka Serok Apo li ser navê girseyê ji koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî.
Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Meşa me ya îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Serokatî roja fermanê şargirtên xwe bi hawara Şengalê ve şand û heta niha jî Şengal di xem û bîra Serokatî de ye. Serokatî her tim dibêje ez li pişt Şengal, Mexmûr û civakên bindest in.”
Di axaftinê de Şemê Remo bal kişand ser Kongreya 12’an a PKK’ê û da zanîn ku ew wek TAJÊ Kongreya PKK’ê li wan pîroz kir û got ku kongre bibe kongreya serketin û azadiyê.
Şemê Remo di axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir û got ku divê hikûmeta Iraqê xwe zelal bike û bibêje yan Rêveberiya Xweser nas dike yan nas nake û destnîşan kir ku ew îro ew kes in ku DAIŞ’ê têk birien û bi îradeya xwe Rêveberiya Xweser ava kirine.
Di dawiya axaftina xwe de Şemê Remo ragihand ku ew azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê her li ser piya bin.