Kovara Nîsan

Hêjmara Pêncemîn a Kovara Nîsan Bi Dirûşmeya ‘Eşqa Êzdayetî Li Hember Zilmê Serî Hildaye’ Derket.

Kovara Nîsan a meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi rojeva taybet ya salvegera 12’emîn a fermana 74’an derket. Di fermana 74’an de, jinên Êzidî êş û azarên giran jiyan kirin. Lê çîrokên berxwedanê ji wan êş û azaran mezintir bûn. Dayê Gulê, Dayê Erzan, Cîlan û bi hezaran ên mîna wan di dîroka azadiya jinên êzidî de navê xwe bi hibra zêrîn nivîsandin. Di hejmara pêncemîn a kovara nîsan de, ciheke taybet ji tekoşîna jinên Êzidî a 12 salan meşandî, ji çîrok û serpêhatiyên dema fermanê re hatiye veqetandin. Dîsa ciheke girîng ji berxwedana YPJ a di korîdora mirovî de pêşxistî û gerîlayên jin ên di fermanê de berê xwe dan Şengalê û li hemberî çeteyên hov bûne mertal hatiye dayîn. Her wiha di beşa ramanên azad, jineolojî, nirxandin, bîr û bawerî, sitiya nexşa, star, stêrkên welatê rojê, çîrokên fermanê, hêviyên êzidxanê û serpêhatî ji rojevên taybet ên dîrokî, çandî, civakî û siyasî re hatî veqetandin. Di beşên taybet ên kovarê de cih ji star taybet, pênûsa azad, ferman taybet û dîtina gerîla re hatiye dayîn. Xwendevanên hêja, hun dikarin kovara nîsan li ser malpera tajê û rûpelên medya dijîtal bişopînin û bixwinin.

Back to top button