ROJEV

Em hêvîdarin rojekê were em ê Rêbertî di nava xwe de bibînin

Dayê Leylê ji Duhola: Hevalan ji bo me kedeke mezin dan, ji ber me gelekî zehmetî kişandin.  Heta dawiyê em kedan wan ji bîr nakin. Ji ber ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de kal û pîrê me û zarokên me ji destê çeteyên Daîş’ê xilaskirin û heta niha jî, bi berdevamî piştewaniya me dikin. Ji ber ku heta niha ji wan tu kes ji kesekî re serî netewandine. Di serî de em silavên xwe ji Rêber Apo re rê dikin. Bi saya Rêber Apo û xwedê em xilas bûn, silavên me ji gerîlayên li serê çiyayan re jî hene, ew bi me ve hatin. Piştî Fermana 20214’an şûnde me fikrê Rêber Apo ji nû ve naskir û em zanabûn û biserketin.

Bi saya Rêbertî em rabûn ser piyan

Dema Fermana 3’ê Tebaxa 20214’an Rêber Apo, gerîla û hêzên YPJ’ê bi hewara Ezidîyan ve şandin şûnde em rabûn ser xwe. Piştî vê me zanî ka kî dostê me, kî dijminê me ne û em dizanin kê keç û dayikên me xilas kirine. Em dikarin bêjin ku îro hemû sazî û dezgehên me bi ked û xwîna şehîdan hatine avakirin. Îro em saya hevalan dikarin rehet ji malên xwe derkevin. Me berê nedikarî du gotina bikira, digotin denge xwe dernexe, lê em niha dikarin biaxivin û sere xwe ji ber ku mafê jinê rakin. Rêbertî her dem dibêje gerek mafê jinê her hebe. Em silavên xwe ji Rêbertî re dişînin, bi saya ked û zehmetiyê wan em rabûne ser xwe. Heta em hebin, ji bo keda wan wenda nebe em ê li pey keda wan bin.

Em hemû jî dizanin ger ku şervanê azadiyê nebûna em xilas nedibûn. Ji me re rê vekirin û li ber me de kedeke mezin dan, em xilas kirin. Bi rastî jî em demekê ji ber demekê zûtirîn dixwazin Rêbertî ji nava çar dîwaran derkeve û bê nava gelê xwe, civaka Êzidî jî gelê wî ye. Bila bê serê çiyayê Şengalê û em hemû xêr hatina wî bikin. Çawa rêberê her dewletekê di nava civaka xwe de ye, em jî dixwazin Rêbertî di nava gelê xwe de be. Em hêvîdarin vê rojê jî bibînin û xêr hatina wî bikin.

YPJ’ê hêza parastina jinan e

Di dema fermanê de YPJ’ê bi hewara me ve hat, li ber me de gelek ked dan û zehmetî kişandin. Di heman demê de YPJ gelek şehîd li ber me dane. Em naxwazin ked û mafê wan wenda bibe. Em dixwazin dewlet mafê YPJ’ê nas bike û wan weke hêzeke fermî qebûl bike. Ji ber ku gelek jinên  Ezidî ji fermanê xilaskirin, em çiqas qala wan bikin wê xilas nebe. Dema YPJ’ê jinên êsîr ji destê Daîş’ê rizgar dikirin û teslîmî malbatê wan dikir, KDP weke ku wan jinan wan bi xwe rizgar kirine didan nîşandan lê em dizanin ew jinan, hemû bi ked û zehmeta YPJ’ê hatin rizgarkirin. YPJ heta niha jî bi berdevamî keç û jinên me, ji destê Daîş’ê rizgar dike. Em tu car naxwazin keda wan wenda bibe. Ji ber ku weke jin gelek zehmetî dîtin û em naxwazin mafê wan bê wenda kirin. Dema YPJ’ê bi me ve hat, em jî rabûn ser piyan û em weke jin êdî dizanin çawa jiyan bikin, çawa li ser piyên xwe bisekinin.

Bi saya hevalan û YPJ’ê em dikarin kar bikin, li ser lingê xwe bisekinin û bêjin hêza me jî heye. YPJ li ber me gelek zor û zehmetî dîtin û heta roja îro jî bi me re ne. YPJ bê ferq û cudahî ji bo gelê xwe têkoşîn dide meşandin. Em her demê bi YPJ’ê re ne, em bi hêza xwe re ne,em ê piştevaniya wan bikin.

Back to top button