
Jinên Parêzvanên Êzidatyê (2)
Sitiya Nisra:
Sitiya Nisra jineke qehreman, şerker û pêşeng e. Di demê ku Sitiya Nisra jiyan kiriye de hêza jin a leşkarî ava kiriye. Cara yekem di dîroka Êzdatiyê de hêza jin a leşkerî tê avakirin û li dijî Osmaniyan şer kirine. Bi berxwedana xwe civak ji ferman û komkujiyan rizgar kirine. Gotina ‘şêr şêr e çi jin e çi mêr e’ ji bo Sitiya Nisra bû çavkaniya berxwedanê.
Sosina Musanî:
Li gorî texmîn û lêkolînan di qirnê 18’an de jiyan kiriya. Tê gotin ku di demê xwe de mîrtiya eşîrê kiriya, eşîr birêve biriye. Di civakê de xwedî gotine. Ji ber ku di wê demê de fermanek ku ji aliyê osmaniyan ve li ser civak êzidî hatibû wê li dijî fermanê pêşengtiya şer kiriye. Dîsa jî di wê demê de hevdîtinên ku dihatin kirin Sosina Musanî jî ciheke girîng têde girtiye.
Zerîfa Osê:
Zerîfa Osê jineke berxwedêre û şerker e. Di fermana Ferîq Paşa û Osmaniyan de sala 1892’an dema bi armanca misilmankirina Êzidîyan, êrîşî civaka Êzidî dikin her wiha Feriq Paşe ji Êzidayan re dibêje lazime hûn bibin eskerên me. Bangewazî ji Êzdiyan re dikin ku misilmantî qebûl bikin eger qebûl nekin emê ferman li ser we bidin kirin û di 2’yê tebaxê de êrîş dikin. Destpêkê li Şêxanê êrîşê 2 gundan dikin. Êvarê gundê Nihêrkan û Bakranî berxwedanî destpê dike û berxwedana heta 8 êvarê dewam dike. Pevçûnekî dirêj dewam dike. Di fermiyet û belgeyên hene dibêje ku 200 Ezidî esîr tên girtin û pişra Ferîq Paşe fermanê dide ku lazime Êzdî bên qirkirin. Li Şêxan û derdora wê heye 19’ê tebaxê şer û pevçûn berdewam dike. Piştre ji Mîr Mîrza dewetî Mûsilê dikin ji bo hevdîtinê bi Osmaniyan re. Lê di wê hevdîtinê de Mîr Mîrza qetil dikin û êrîşê Laleşê dikin. Cihên pîroz tên xirakirin û li hemû gundên Êzdiyan Zerîfa Osê bi lehengiyek mezin bersiv dide êrîşan. Li gundê Bekiran li pişt Şerfedîne, bi tilîliyên xwe civakê radike serhildanê. Zerîfa Osê bi çar kurên xwe û Mehemayê Evdo re ku mezinê Êzidiyan ne, bi Osmaniyan re dikevin şer heya ku êrîşa Osmaniyan û gefên wê tên çêkirin. Ferîq Paşa têk nebin bi wêrekî û şerekî mezin dike. Bi şerkeriya xwe di nava civaka Êzidî de tê naskirin. Di serdema Ebdulhemîdê duyemîn 1892’ê Feriq Omer Wehbî paşa di nav Êzdiyatî de weke Fermana Feriq tê naskirin. Piştî berxwedana Zerîfê kurê Ferîq Paşa Asim li Şengalê fermanên pêk tîne. Ev ferman fermana herî wehşane tê naskirin. Di vê fermanê de 500 Êzidî bi saxî tên şewitandin.
Wê berdevam bike