Daxûyanî

TAJÊ 19 jinên êzidî yên berxwedêr bi bîr anî 

Ji Bo Ragihandin û Raya Giştî

Êzidiyatî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezobotamyayê ye. Ji bo ev çand û baweriya kevnar a civaka me ji holê rakin, bi zihniyeta baviksalarî ya deshilatdar di 74 fermanên ku li ser civaka me êzidî de hatine jiyan kirin, her dem jina êzidî hedef hatiye girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidiyên li Şengalê pêk anî. Bi hezaran Êzidi ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên êzidî revandin, di bazarên weke Mûsil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên êzidĩ yên ku dîl hatin girtin, bi zorê ji baweriya wan a Êzidiyatiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne diyar nîn e.

Di hezirana sala 2016’an de, çeteyên DAIŞ’ê di meha remezanê de 19 jinên êzidî ku ji ber dev ji baweriya xwe ya Êzidiyatiyê bernedan, jiyana kole ya cariyan red kirin û qebûl nekirin ku rojiyan bigirin, şewitandin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê digerînîn, piştre bi sedan kesên sivîl kom dikin û di qefesên hesinî de 19 jinên êzidî bi saxî dişewitînin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin ji dinyayê re da diyarkirin ku DAIŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên êzidi ên berxwedêr de, di şexsê wan de em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Em dibêjin bi têkoşîn û berxwedanê em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji dijmin bixwazin.

Şewitanadin ango qirkirina jinan tê wateya şewitandin û qirkirina jiyanê. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye, dervayî zagonan e. Bêguman ev bûyera biêş hêrsa me li hemberî dijmin mezin dike. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatine aşkerakirin û tu lêkolîn li ser nehatiye kirin. Heya vê kêliyê hikûmeta Iraqê, saziyê mafên mirovan, saziyê jinan her wiha civaka navneteweyî di nav bêdengiykê de ne, helwestek cidî nîşan nedane.

Ji bo ev bûyera giran a şewitandina 19 jinên êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne, her wiha ji bo têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe, em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di serî de bang li hikûmeta Iraqê, li tevahî saziyê jinan, mafê mirovan û giştî civaka navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Li ser vî esasî em vê daxwazê dikin:

1-Ji bo nasnameya 19 jinên êzidî  bên zelalkirin û aşkera kirin, her wiha çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin, taybet ji hêla hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî ve hewldanek cidî bê pêşxistin û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin.

 

Back to top button