Dîplomasî

TAJÊ Ji Bo 19 Jinên Êzidî Name Ji Saziyên Iraq û Navnetewî Re Şand

Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên êzidî ku di sala 2016’an de li Musilê hatin şewitandin name ji endama Rêvebera Neteweyên Yekbûyî (UN) ya Jinan Sima Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrê Iraqê Doxtor Hamid Naeem Al-Ghazi û Rêveberê Giştî yê Daîreya Karûbarên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina wan Diaa Karim Taama re name şand.

Nameya TAJÊ wiha ye:

Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidi li Şingalê pêk hat. Bi hezaran Êzidi ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dilgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Mûsil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dil hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidyatiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, ne diyare.

Di hezirana sala 2016’an de, di meha Remezanê de çeteyên DAIŞ’ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe ya Êzidyatiyê bernedan, jiyana kole ya cariyan red kirin û qebûl nekirin ku rojiyan bigirin, bi hovane hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê digerînîn, piştre bi sedan kesên sivîl kom dikin û di qefesên hesinî de wan zindî şewtandin. Di hezîrana sala 2016’an de ev komkujî ji aliyê zêdetirî 10 dezgehên ragihandinê Rojhilata Navîn ên erebî û cîhanî ve hat piştrastkirin. Her wiha şahidên vê komkujiyê jî hene.

Ev komkojiya hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin ji dinyayê re da diyarkirin ku DAIŞ rêxistinek herî hov û barbar  a vê sedsalê ye. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye, dervayî zagonan e.Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiya aşkerakirin û tu lêkolîn li ser nehatiye kirin. Heya vê kêliyê hikmeta Iraqê, saziyê mafê mirovan, saziyê jinan her wiha civaka navnetewî di nav bêdengiykê de ne û lêkolîneke nehatiye kirin.

Ji bo ev komkojiya giran a şewtandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne, divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê daxwazê ji we dikin:

1-Ji bo nasnama 19 jinên Êzidî  bên zelalkirin û aşkerakirin lêkolîn bê kirin.

2-Ev Komkojî wek qirkirina jinan (feminicid)  were nasîn.

Back to top button