
Em ê Bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk Heyfa Qirkirina Li Dijî Jinên Êzidî Hilînin’
Ji Bo Çapemenî Û Raya Giştî
Em di dem û kêliyên dîrokî de jiyan dikin. Di demekî wisa dîrokî de, em dikevin salvegera 11’emîn Fermana 03-08-2014’an. Di 11 salan de weke jin û civaka Êzidî, me tekoşînekî mezin da. Li hemberî her awayî êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî û fermana spî li ber xwe da. Ev sekna bi rûmet û helwesta berxwedanê îro bi saya şehîdên ku me di oxira baweriya Êzdayetî de dan ava bû. Li ser vî esasî em şehîdên 74 fermanan bi hûrmet û bi rêzdarî bibîrtînin. Em şervan û gerîlayên azadiyê yên ku bûn parêzvanên civaka me, bi rihê fedaî şer kirin û şehîd bûn bi heskirin û minetdarî bibîrtînin.
Em salvegera 11’emîn a fermana 74’an bi dirûşmeya; ‘Em ê Bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk Heyfa Qirkirina Li Dijî Jinên Êzidî Hilînin’ derbasî qonaxekî nû yê tekoşînê dibin.
Rêber Apo dibêje; ‘Di dîroka mirovahiyê de komkujiyên wiha ti carî nayên ji bîr kirin. Ger bên ji bîr kirin tê wateya ku wîjdan jî tine bûye’. Em jî weke jinên Êzidî tû carî ne fermanê ji bîr dikin û ne jî didin ji bîrkirin. Ne jibîrkirin hesab xwestine, ne jibîrkirin di berxwedanê de îsrarkirine.

Ev 10 sale em weke jinên Êzidî bi tekoşînê ji hêzên li gel çeteyên DAIŞ’ê di fermanê de cih girt hesab dixwezin. Heta ku sucdar neyê darizandin em dev ji tekoşînê bernadin. Tevî ku 11 sal di ser fermanê re derbas bûne, hîna jî aqûbeta bi hezaran jin-zarok û mirovên me nayê zanîn. Ev berdewamiya qirkirina spî ye. Yê ku heta roja îro vê qirkirinê didomîne hikûmeta navendî ya îraqê, PDK û dewleta Tirk in. Em weke jinên Êzidî tû caran xiyaneta ku PDK’ê di roja fermanê de li dijî civaka me kiriye ji bîr nakin. PDK ji bo jinên Êzidî yê rizgar bûne derxîne welatê Ewrûpa serî li her cûre rêbazên qirêj dide. Di siyaseta koçberkirin û valakirina Êzidiyan ji Şengalê jî PDK’ê Berpirsyare. Heta niha jî nahêle civaka me vegerê ser cih û warê xwe. Ev 10 sale civaka me di wan kampan dîl girtiye û dike amûrê xiyanet û siyaseta xwe ya kirêd.
Di şerê cîhanê yê sêyemîn de qirkirina fîzîkî û çandî li dijî jinê bi bîrdoziya mêr û zihniyeta dewlet-netewe berdewam dike. Avakirina hêzekî mîna çeteyên DAIŞ’ê berdewama vê zihniyet û rûyê herî tûnderew û hov yê vê pergalê ye. Ji ber ku pergala Kapîtalîst veguheriye pergalekî çeteyan şer û qirkirina li dijî jinê bênavber didomîne. Çeteyên DAIŞ’ê protoyê pergala mêr-dewletê bû. Li dewsa hilweşandina dewlet-neteweyan îro rêjîmên çeteyan têne bi cih kirin. Ji Talîban bigre heta Colanî îro bi awayekî eşkere û fermî çeteyên ku bi dijminahiya jinê sondxwarîne tînin ser desthilatê.
Îro ji her demê zêdetir pêwîstî pê heye em weke jin eniya xwe ya tekoşînê fereh bikin û li hemberî pergala mêr û bîrdoziya wî, şerê hebûn, ewlehî û jiyana azad xurtir bimeşînin. Di sala 11’emîn a fermanê de em ê ji her demê pêhtir tekoşîna xwe, rêxistinî û parastina hebûna xwe kûrtir bikin. Bi perspektîfa Rêber Apo ku herî ji mere şandî û dibêje; ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e’ bikin hîmê tekoşînê, azadiya xwe û civakê.
Bi vê bîr û baweriyê em ê sala 11’emîn a fermanê de bi mezinkirina tekoşînê û bilindkirina berxwedana kolektîf a civakî bûyî li her derê dengê xwe bilind bikin. Li ser vî esasî bernameya me ya çalakiyên îsal wiha ne;
- Di 8 Mehê de wê bi TAJÊ daxuyaniyekî li ser esasê ez jî dixwezim Rêber Apo bibînim bide.
- Di 14 Mehê de wê bi beşdariya tevahî meclîs û saziyên jin li serdeştê nameya Rêber Apo ji bo Jineolojî şandiye werê nîqaş kirin. Di çarçoveya pêngava Rêber Apo bixwîne û bide xwendin.
- 20-21 mehê wê li ser fermanê semînerek li aliyê qiblet û yek aliyê şemal werê lidarxistin.
- Di 24 Mehê de wê ji bo bîranîna şehîdên fermanê çalakiya bîranînê werê lidarxistin.
- Di 3’ê Tebaxê de wê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser ve meşekî girseyî were li darxistin.
Tevgera Azadiyê Ya Jinên Êzidî (TAJÊ)