Hevpeyvîn

Divê Bi Konferansê Re Jin Hîn Xurtir Ji Pêvajoyê Re Pêşengtî Bikin

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku di navbera 17-18’ê Tîrmehê de ji hêla Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve hat lidarxistin, bi biryardariyeke mezin bidawî bû. Di konferansê de gelek mijar bi berfrehî hatin niqaşkirin. Ji derveyî Şengalê gelek mêvan jî tevli konferansê bûn û peyamên xwe dan.

Derbarê girîngiya konferansê de jinên ku wek delege tev li konferansê bûbûn, ji malpera me re axivîn.

‘Yên axa xwe û ola xwe parastî jin in’

 

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Songul Gunay diyar kir ku pêwîst e ew bingeha êrîşên li ser jinan bizelali derxînin holê û ev tişt anî ziman: “Dema em behsa dîrokê dikin em behsa dîroka bi hezar salan dikin pêve girêdayî em behsa dîroka êrîşên li ser jinan dikin. Di şexsê jinên Şengalê de ev hîn zêdetir hatiye kûrkirin. Em ji çanda jin-dayikê ya jinên êzidî temaşe bikin em ê bibînin ku yê herî zêde çanda xwe û axa xwe parastiye jin in. di jiyana rojane de em dibînin, di axafitina rojane de ev parastiye. Ji qada siyasî bigire heta her qada jiyanê derdikeve ortê ku çima ewqas êrîşên dijwar li ser civaka êzidî bi taybetî li ser jinên êzidî tê meşandin. Pêwîst e em bingeha van êrîşan bi zelalî derxînin holê ku kîjan siyaset li ser me tê meşandin. Di sîstema netew dewlet a bavilsalarî de dixwazin ol û baweriya êzdiyatî ji holê tune bikin. A girîng ew e li beramberî van wê çawa xwe birêxistin bikin. Wekî pêwîst e em li beramberî pergala baviksalar çawa xwe birêxistin bikin û biparêzin. Ev konferans li beramberî vê qirkirina çandî, ziman heta li beramberî qirkirna fizikî wê çawa li ber xwe bidin, xwedî li xwe derkevin, girîng bû.

Em wekî jinên penaber ê Kampa Mexmûrê ev ji bo me jî dibe hêz û em di wê baweriyê de ne ku ji bo jinên Rojhilata Navîn jî bibe bingeha hêzeke mezin daku bikaribin xwe birêxistin bikin, hêza xwe ya parastina cewherî, erken xwe yên welatparêzî û nasnameya xwe ya jin derxînin holê.”

 

‘Divê em tu kes li pêş me nikaribe bibe asten’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Tewrê Hisên jî di destpêka axaftina xwe de konferansê li Rêber Apo pîroz kir û ev nirxandin kir: “Em dixwazin bi vê konferansê re hîn zêdetir pêşengtî ji pêvajoyê re bikin. Em gelek ser bilind in ji bo em bir ola xwe rabin û xwe birêxistin dikin. Me peyama Rêbertî guhdar kir. Bi taybetî bi fikrên Rêber Apo em jin dikarin vê zilma li ser jinê tê meşandin ji holê rabikin. Ji bo em ji vê zindanê dekevin divê em xwe birêxistin bikin û tişta dikeve ser milê me em ê bikin û em ê heta dawî bi Rêbertiya xwe re bimeşin. Ji be ku Rêber Apo em ji zindanê derxis, pêwîst e jin rabin ser xwe û tu kes li pêş me nikaribe bibe asteng.”

 

 

Back to top button