
Fermana 3.8.2014 an jenosîd e, fermanê wek jenosayd nas bikin
Çand û baweriya civaka Êzidî:
Mazobotamya dergûşa mirovahiyê ye, li ser vê axê civakbûn, çand, ol, bawarî û şehristanî li pêşketiye. Civaka Êzidî jî yek ji civakên herî kevnar e ku bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê bi hezarê salan jiyan kiriye. Yek ji xwediyên vê xak û dîrokê Êzidî ne. Di çand, bawerî û felsefa Êzidyatiyê de êrîşbirina ser bawerî an jî miletekî din, ferman li ser wan rakirin an jî erdê wan dagirkirin nîne. Civaka Êzidî xwedî çandek demokratîk û aştîxwaz in, her tim Êzidiyan jiyana hevpar pejirandî ye û parastî ye. Di çand û baweriya Êzidyatiyê de jin xwedî rolekî pêşeng û girîng e. Di warê parastina çanda kevnar û berdewamiya wê de bi rolek sereke rabûye.
Di dîrokê de qirkirinên li ser civaka Êzidî:
Li ser xaka Mazobotamiya û bi taybet li Kurdistanê Êzidiyan 74 caran qirkirin jiyan kiriye. Di hemû qirkirinan de çand, bawerî, dîrok û erdnîgariya Êzidiyan hatiye hedef girtin. 74 caran hewildan hatiye dayîn ku Êzidyatiyê ji kokê ve rakin û qir bikin. Belgeyên fermî destnîşan dike ku Êzidiyan 74 qirkirin jiyan kiriye, lê fermnanên ku nayên zanîn bi sedan e. Di encamê van qirkirinên mezin û giran de hejmara Êzidiyan ji 40 milyonan daket nêzî yek milyonî û li cîhanê belav bûne.
Bêguman di hemû ferman û qirkirinan de herî zêde jin bûne hedef. Jin hatiye dîl girtin, qetil kirin, tecawiz kirin û bi zorê ji çand û baweriya wê hatiye dûrxistin. Ji ber ku jin di cewherê xwe de Êzidyatî diparast û mayînde dikir. Kuştin, Ferman û talan bi zihniyeta zilamê desthiladar pêş ketiye û qira civakan anî ye. Di şexsê jinên Êzidî de 74 caran xwestine ku civaka Êzidî ji kokê ve rakin.
Fermana 3/8/2014 an:
Di 3.8.2014 an de çeteyên DAIŞ ê bi xiyaneta PDK û hevkariya dewleta TIrk li Şingalê fermana 74 an, anî serê civaka Êzidî. Ferman bi salan hat pîlan kirin, DAIŞ hat destek kirin, xurt kirin û bi ser Êzidiyan de şandin. Ji sala 2003 an heye beriya fermana 3. 8. 2014 an pêşmergên PDK ê li ber parastina Şingal de berpirsiyar bûn. Dema çeteyên DAIŞ ê êrîşî Şingalê kir, 12.000 pêşmergên PDK ê reviyan, şer nekirin û rê ji fermanê re vekirin. PDK ê Şingal firot DAIŞ ê û belgeyên ku vê yekê isbat dikin hene. Di zagonên navnetewî yên UN de tê gotin ku şirîkên jenosayîd ango sûcên jenosayd heye. PDK ê li dijî civaka Êzidî sûcên jenosaydê kirin û bûne şirîkê çeteyên DAIŞ ê. Di dîroka 6.8.2014 an Gerlîyên azadiyê ji bo rê li pêşiya qirkirinê bigrin derbasî Şingal bûn. Di dîroka 13. 11. 2015 Şingal ji çeteyên DAIŞ ê rizgar kirin.
jin:
Di fermana 3.8.2014 an de 3.504 jinên Êzidî û 2.869 mêr dîl ketin destê çeteyên DAIŞ ê. Bi hezaran keç û jinên Êzidî li bazarên wek Reqa û Mûsilê hatin firotin, hatin tecewiz kirin, îşkence kirin û kuştin.
Heya niha 1.184 nêzî 2.000 jin hatine rizgar kirin û 2.900 mirovên Êzidî di destê DAIŞ ê de dîlgirtîne û çarenûsa wan ne diyare, piraniya wan jî jin û zarok in. DAIŞ ê bi zorê ol û bawariya wan dan guhartin. Her wiha li Mûsil sala 2016 meha Hezîranê 19 jinên Êzidî ku di destê DAIŞ ê dîlgirtî bûn, ji ber ferzkirina ola îslamê red kirin û baweriya xwe ne guhertin, çeteyên DAIŞ ê ew 19 jin bi saxî di qefesan de şewitandin.
zarok:
Bi sedan zarokên Êzidî di fermanê de ji tî û birçîyan re mirin. Bi sedan zarok hatin kuştin. Zarok dîl ketin destê DAIŞ ê û bi zorê ola îslamê li ser wan hat ferz kirin û baweriya wan guhertin. Ew zarok li ser fikrê îslamiyeta tundrew perwerde kirin. Bi zorê zarok xistin leşker û beşdarî şer kirin. Hinek zarok jî li ser xwe teqandinê perwerde kirin. Du Zarokên birayê hev ji gundê Til Qaseb a girêdayî Şingal, bi navê herekî yê ku DAIŞ ew nav lêkiribûn, Ebû sêf Elsencerî û Esed Ebû Elxetab di dîroka 14. 2. 2017 an de xwe li Mûsilê di şer de teqandin. Di fermanê de kesên bê dayîk û bav mane jî 2.745 in.
Gorên komî:
Bi hezara mirovên Êzidî hatin kuştin û di gorên kom de hatin bin ax kirin. Çeteyon DAIŞ,ê li ser mirovên Êzidî mirin an jî baweriya Îslamê qebûl kirin feriz kirin. Mirovên ku hatin kuştin ji ber ola îslamê qebûl nekirin û bawariya xwe a Êzidyatiyê ne guhertin hatin kuştin. Li Şingal û gundewarên wê heya niha 93 gorên komî hatine dîtin û hîna jî tên dîtin. Li gor wezareta parastin û karûbarên gorên komî ji sala 2019 heya neha 62 gorên komî hatine vekirin. 31 gorên komî li benda vekirinê ne. Hejmara cenazên ji gorên komî yên li Şingalê hatine derxistin 798 in. Li gundê Solax di gorek komî de 80 jin û 2 zarok hatine bin ax kirin. Her wiha di dîroka 18.8.2024 an girêdayî Til Efer gora komî a Elo Enter hat vekirin ku têde 1.500 heya 2.000 cenaze hatine dîtin û piraniya wan cenazê mirovên Êzidî ne.
koçberî:
350.000 an jî 400.000 mirovên Êzidî ji ber fermanê ji mecbûrî ji cih û warên xwe koçber bûn e. 1.000 kes ji Îraqê koçberî welatên derve bûn e, 2.000 kes koçberî başûrê kurdistanê bûne.
Li gorî mûnezema koç û koçberan a navdewlewtî ( IOM ) di nava 11 salan de nêzî 120,000 yan jî 130,000 koçberên Êzidî vegeriyana cîh û warê xwe Şingalê. Her wiha li gorî mûnezema IOM hîna 80,000 anjî 70,000 koçberin û piraniya wan li kampên başûrê Kurdistanê ne.
Êrîşên li mazargehên pîroz:
Çeteyên DAIŞ ê di fermanê de êrîş bir ser cih û mazargehên pîroz yên civaka Êzidî bi dehan cih teqandin. Yek ji mezargehên pîroz ku DAIŞ ê teqand Quba Şêx Mend li gundê Sinêkiyê yê navçeya Til Îzêr a Şingalê. DAIŞ komek jin û mêrên temen mezin dixe hundirê Qubê û diteqîn e.
Encam:
Li gor peyamana pêşîlêgirtin û cezakirina sucên jenosaydê a UN 9.12. 1948 an, li gorî mada 2 a vê hevpeymanê. Kuştinên komî, revandina keç, jin, zarok û mirovên Êzidî, ola îslamê li ser mirovên Êzidî ferz kirin, şideta derûnî û fîzîkî meşnadin, tecawiz û destdirêjiya li ser zarokên keç û jinên Êzidî, firotina keç û jinên Êzidî. Teqndina cihên pîroz yên civaka Êzidî, koçberiya bi darê zorê û leşker kirina zarokên kur û beşdariya wan di şer de. Ev kiryarên ku çeteyên Daiş kirine hemû sûcên jenosayîdê ne û li dijî zagon û hevpeymanên navnetewî û mafê mirovan e.
Li gor heman peyamana pêşîlêgirtin û cezakirina sucên jenosaydê a UN 9.12. 1948 an, mada 3 xala e. Kiryarên PDK ê di fermana 3.8 2014 an de dikeve çarçoveya sûcên şirîkaniya di jenosayîdê de. PDK ê hem Şingal radestî DAIŞ dike, hem jî rê ji jenosaydê re vedike.
Di 11 emîn salvegera fermana 3.8.2014 an a li ser civaka Êzidî. Me pêwîst û girîng dît ku vê dosyaya berfireh ji we re bişînin, daku hûn jî li ser lêkolîn bikin. Em didin xuya kirin ku Fermana 3.8.2014 an dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye. Bi temamî dervayî zagonên navnetewî ne û mafê mirovan bin pê dike. Li ser vî bingehî em tevgera azadiya jinên Êzidî ji we daxwaz dikin ku hûn bi erk û berpirsyariyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin û hûn fermana 3.8.2014 an a li ser civaka Êzidî li Şingal pêk hatî, bi fermî wek jenosayd nas bikin.
Li gel û silav û rêzên me
16.07.2025
Komîta Tekîliyan A Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)