Nûçe

Heyeta TAJÊ bi Şanaz Îbrahîm re hevdîtin pêk anî

Bi nêzbûna 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heyetek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Silêmaniyê hevdîtin bi Endama Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK)  Şanaz Îbrahîm Ehmed re pêk anî.

Di heyetê de endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen, endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî û endama TAJÊ Evîn Emîn cihê xwe girtin.

Di hevdîtinê de heyet li ser jenosîda 3’yê Tebaxê, jinên êzidî ku ev 11 sal in di destê DAIŞ’ê de ne, vegera êzidiyan a Şengalê, agahî dan Şanaz Îbrahîm.

Şanaz Îbrahîm heyeta ku ji Şengalê çûbûn, bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir û di hevdîtinê de anî ziman ku agahiya wê gelek tiştên ku heyet pê re parvekirine nîn bûye û piştgiriya xwe anî ziman.

Her wiha Şanaz Îbrahîm ji heyetê re ragihandiye ku ger derfet hebe dê tev li bîranîna 3’yê Tebaxê ya li Şengalê bibe.

Back to top button