Çîrok

Di vê fermanê de DAIŞ herî zêde dest avêt jin û zarokên kir

Şemê Naso ku xelkê gundê Digurê ye ji bo salvegera fermanê ji malpera me re axivî û wiha qala fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kir: “Ez ji gundê Digurê me. Di vê fermanê de her yek belavî deverekê bûn. Di wan kêliyan de her kes di nav panîkê de bûn li ser van rêkan direviyan. Lê di dema fermanê de me nedizanî wê DAIŞ mirovan şerjê bike û wan qetil dike. Me digot wê were derbas bibe lê me nedizanî wê ferman ji bo me bibe ji holê rakirina ola Êzidatiyê.

Di vê fermanê de DAIŞ herî zêde dest avêt jin û zarokên me, di nava vê fermanê de tiştek nema nehat serê me. Bêguman di vê fermanê de kal û pîr di bin xirbeyan de man û jiyana xwe ji dest dan. Em wek civaka êzidî tu caran tede li tu kesî nekiribû, me milkê tu kesî desteser nekiribû lê di fermanê de însanê me yên bê guneh hatin qetilkirin.

Bi hatina hevalan re em ji fermanê rizgar bûn

Bi xêra hevalan em ji fermanê hatin rizgarkirin. ji ber ku hevalan kedeke mezin li ber me de dan û heta em ji DAIŞ’ê xilas kirin. Em niha bi xêra hevalan di Şengalê de dikarin rehet di malên xwe de bistar binivin. Bi rastî di wan çadiran de te nedizanî wê kengî agir bi wan çadiran bikeve û bişewitin. Lê tişta li serê me hatî heyanî em saxbin tu carî ji bîra me neçe. Mala PKK’ê ava jin, zarok, kal û pîr me xilaskirin, kal û pîrên me li pişta xwe kirin wan ji fermanê rizgar kirin.

Tu dewletek me nepirsî û xwedî li me derneket. Bitaybet em ji hemwalatiyên dewleta Iraqê bûn heqê me di vê dewletê de hebû. Lê Iraq xwedî li me derneket. Em êzidî çi xisar ji vê dewletê re kiribû ku wisa anî serê me.

Ji ber ku fermanê xafil di ser me de girt, jin û zarok bêy ku ferqê têxe nav hemû qetil kirin. Dema DAIŞ kete mala cînarekê me, yek ji wan jî xilas nebû. Dema ket mala kêleka me me wisa derfet dît û me xwe xilas kir. Ger ne wisabûna me nedikarî xwe xilas bikira. Piştre em derbasî Rojava bûn, heval û xelkê Rojava kedeke mezin di ber me de dan û texsîr nekirin. Yê Êzidîyan ji fermanê rizgar kir PKK bû, tu keseke din ji bo me tiştek nekiriye.”

 

 

 

Back to top button