Çîrok

Di 9 Rojên Di Germa Havînê De Tî Birçî

Di roja salvegera fermanê de civaka Êzidî ji cihê xwe yî cuda berê xwe dan Sûka Kevn a Şengalê. Roja dawî ya çalakiyê de jinên,ciwan kal,pîr beşdarî bin kunê hati vedan bûn. Dayika Leylê Reşo ya beşdarî merasima  şehîdên fermanê bûn ji malrpera mera axivîn.

Ji malbatê şehîdan Dayika Leyla Reşo ku bi eslê xwe ji Sîba Şêx Xidir e roja fermanê û tiştên jiyane wiha anî ziman: “Dema Fermana 3’ê Tebaxê bi hezaran însan li ser satiran de mirin. Xuşka min û du zarokên xwe û jin tiya xwe ve ketin destê DAIŞ’ê. Dema li Tilaferê bûn bi me re diaxivîn. Piştî DAIŞ wan ji Tileferê dibe me ji wan tu agahî negirt, mirin e mane em nizanin. Li vir Sûka Kevin de hevjînê wê li ber deriyê mala wê tê kuştin.

Ne jî YPG-YPJ’ê ba Êzidiyek nedima

Dema DAÎŞ êrîş kirin me berê xwe da çiyayan. Em 9 rojan di çiyê de tî birçî man. Di çiyayan de hezaran kal, pîr û zarok mirin. Ji ber bê avî  gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Heya niha gelek ferman hatin serê me lê tiştek ji Şengal re nehate kirin. Ger hikumeta Iraq’ê bixwaze dikare bi hezaran êsîrên li Mûsil, Tilafer û ên li kampa Holê bîne. Ji ber tu tiştek nehat kirin kesên li vir jî berê xwe dan dewletên derve. Zarokên min jî niha çûne dewletên cuda, tiştek bihata kirin van zarokana nediçûn dewletên cuda. Dema fermanê me xwe gihandî çiyayan mala YPG-YPJ ava be em rizgar kirin. Dawiyê em derbasî Başûrê Kurdîstanê kirin. Heke YPG-YPJ nebûya em ên mayî jî rizgar nedibûn. Hevalan lorî bi me ve anîn û em rizgar kirin.

Daxwaza me ew e ku keçên me yên di destê DAÎŞ’ê de ne bila bên rizgar kirin, yên mirî jî bila hestiyên wan ji me re bînin da ku em şopên wan bizanibin.”

Back to top button