Nûçe

Piştî 11 salan 22 cenazeyên şehîdên fermanê teslîmî malbatê hatin kirin

Piştî 11 salan 22 cenazeyên ku hestiyên wan ji bo lêkolînên DNA’yê biribûn Tiba Edlî ya Bexdayê, îro li Solaxê bi merasîmek radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de ku bi beşdariya şandeyên meclisa ruhanî ya Êzidiyan, berpirsên siyasî, civakî û leşkerî, rêveberiya xweser a Şengalê û TAJÊ’yê hatibû lidarxistin, bi hezaran kes amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li ser ruhê şehîdan destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin û piştî axaftinan malbatên şehîdan cenazeyên xwe girtin. Lê belê hê jî bi sedan gorên komî ji hêla hikûmeta Iraqê ve nehatine vekirin û malbatên şehîdan daxwaza vekirina gorên komî dikin.

 

 

Jinên ku tev li merasîma şehîdan bûbûn xwestin gorên komî hemû bêne vekirin.

Şêrîn Şêxa ku xizmên wê jî di nav cenazeyên hatine de bûn, diyar kir ku ji bo testa DNA’yê ev salek e cenazeyên wan li Bexdayê hatiye girtin û wiha got: “Îro em ji Tilezêr hatine gundê Koço ji bo girtina cenazeyên xwe. Hestiyên şehîdan beriya salekê ji bo lêkolînê biribûn Bexdayê û piştî salekî yanî di 11’emîn salvegera fermanê de radestî me kirin. Daxwaza me ew e  gorên komî werin vekin û cenazeyên me bidin me.”

‘Anîna hestiyan ji me mîna roja fermanê ye’

Şiran Xelef jî bi kurtasî ev nirxandin kir: “Du kurên malbata min jî di nav van şehîdan de ne, di roja fermanê de li ser rêya Şengalê çeteyên DAIŞê rê li wan girtin û wan kuştin lê îro hestiyên wan anîn. Beriya van yekî din ji malbata min navê wî Felah Hesen bû anîn û me gor kir.  Xwedê heyfa me li erdê nehêle, em gelek diêşin bi van gorên komî. Her çend salan carekê hestiyan tînin û ji bo me mîna roja fermanê ye, her dem çavên me li rêya wan e.”

 

Back to top button