
TAJÊ Bi Daxyuyaniyekê Li Dijî Cezayê Darvekirinê Li Ser Şerîfe Mihemedî Emê Bi Felsefa Jin Jiyan Azadî Bibin Dengê Jinan
Tevgera azadiyê jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê nivîskî weşand ku cezayê darvekirin yê li ser Şerîfe Mihemedî ji hêla rêjîma desthilatdar ya Îranê ve hatî erêkirin şermezarkir û demildest ceza bê rawestandin û banga xwedî derketina tekoşîna hevpar li her kesî kir. Xwedî derketina Şerîfe Mihemedî xwedî derketina dengê jin ye.
“Rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya faşist û mêtinger, li hemberî her kesê ku ji bo heqîqetê û azadiyê têkoşînê dimeşîne polîtîkayên xwe yê çewisandin û çavtirsandinê dixe meriyetê. Bi van polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn li dijî berxwedana jinan temsiliyeta Moderniteya Kapitalîst dike. Li dijî jinên bi îrade û xwedî fikrên azadiyê siyaseta qirkirina jinan tê meşandin de Îran bi kiryarên xwe pêşengtiyê ji vê yekê dike. Ev aşkerekirina rûyê reş a rejîma mollayan radixe ber çavan ku hovitî û zordariya xwe ya nav xweyî û krîzên xwe yên hundirîn veşerin.
Şerîfe Mihemedî, di sala 2023’an de bi hinceta beşdariya çalakiyên piştî qetilkirina Jina Amînî hate girtin û di sala 2024’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Her çi qas ev biryar di Cotmeha 2024’an de hate betal kirin jî, di van rojên dawiyê de careke din biryara darvekirinê erêkirin.
Jina berxwedêr Şerîfe Mihemedî, li hemberî hêzên desthilat û faşîst sembola azadî û têkoşînê ye. Her wiha li dijî mêr dewletê dengê jina azad û berxwedêr e.
Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo rakirina cezayê darvekirinê û hilweşandina polîtikayên qirker ê Îranê banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.
Îro roj li her derê jin rastî êrişên hov tên û tên qetilkirin. Banga me taybetî ji bo hemû jinan e ku li dijî vê biryarê xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin. Xwedî derketina Şerîfe Mihemedî xwedî derketina mafên hemû jinan e. Pêwiste li dijî vê biryarê her kes li erkê xwe rabin û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê serî rakin.”