
TAJÊ bi daxûyaniyekê Jîna Emînî bibîr anî
Tevgera azadiya jinên êzidî (tajê) bi daxûyaniyekê jina kurd Jîna emînî di salvegera 3’emîn a qetilkirina wê de bibîranî û got; ‘Em ê bi rihê jin, jiyan, azadî tekoşîna xwe mezintir bikin.’
Bi boneya salvegera 3’emîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, tevgera azadiya jinên êzidî (TAJÊ) li geliyê Kersê li baxçê Serok Apo daxûyaniyekê da. Di daxûyaniyê de bi dehan endamên tevgera azadiya jinên êzidî amade bûn. Daxûyanî ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate dayîn. Rîham Hico di serî de Jîna Emînî bibîranî û şoreşa jin, jiyan, azadî li tevahî jinan pîroz kir.
“Jin bi rihê jin, jiyan, azadî li ber xwe didin”
Berdevka TAJÊ Rîham Hico di serî de bal kişand ser armanca kuştina jîna emînî û wiha axivî; ‘Em şoreşa jin, jiyan, azadî li tevahî jinên cîhanê û dayîkên şehîda li hevjînê şehîda li mîmarê azadiyê û xwediyê felsefeya jin jiyan azadî Rêber, her wiha li hemû pêkhate û miletê xweyî êzidî û tevahî şengalê pîroz dikin. Beriya niha bi sê salan jina kurd jîna emînî dema ku diçû tahranê ji aliyê qaşo (polîsên exlaq) bi îşkenceyekê giran hate qetilkirin. Sedema kuştina jîna emînî ew bû ku ji ber porê wê xûya dikir hat kuştin.
Di şexsê jîna emînî de dirûşmeya jin jiyan azadî cîhanî bû. li tevahiya cîhanê jin xwedî li jîna emînî derketin û felsefeya jin jiyan azadî ji xwe re kirin çavkaniya tekoşînê. Serhildanên li Rojhilatê Kudidstanê sînorê îranê û rojhilata navîn derbas kir. Ji Kurdistanê berbelavî rojhilata navîn û cîhanê bû. Em dikarin bêjin li ser dirûşmeya jin jiyan azadî tevahî jin û civak bûne yek. Ev felsefe û şoreşa jin jiyan azadî bû pirek di navbera tevahî jinên cîhanê de. Îro li tevahî cîhanê jin bi vê dirûşmeyê, bi vê rih û zihniyetê dijî hêzên desthiladariyê têdikoşin. Sekna ku jîna emînî da raber kirin ji bo azadiya xwe û tevahî nirx û heqîqeta jinê bû. rêjîma îranê ji tekoşîn û hêza jinê ditirse. Lê dewleta îranê nedizanî ku wê têlekî porê jîna emînî yekîtiya xwe çêbikin û dengê xwe bikin û şoreşekê ava bibe. Dirûşmeya jin jiyan azadî re şoreşek ava bû û li her derê belav bûye.
“Fermana 3’ê Tebaxê bi heman zihniyetê bû”
Ev şoreş Şoreşa heqîqetê, rastiyê, ronahî ye, wekheviyê û heskirinê ye. Şoreşa li hemberî tarîtiyê mîna ronahî tekoşînê dimeşîne. Ev tekoşîn hemû jî li beramberî desthilatdariyê ye. Li hembeî neheqî û tarîtiyê ye. Ev şoreş, şoreşa jin û ciwana ye. Ji ber ku jîna emînî hem jinek bû hem jineke ciwan bû. Vê rastiyê carekî din da diyar kirin hemû şoreşê mirovahiyê yê li hemberî desthiladaran bi hêza jin û ciwana tê avakirin. Şoreşa jin jiyan azadî jî bi hêza jin û ciwana bi rêve çû. Di dawî de em vê dibêjin kesek nikare dengê jina azad, mafê, heqîqet û rastiya jin têk bibe. Ji bo ku em bighîjin mafê xwe û rastiya ku em dixwezin û kes nikaribe me tine bike kes nikaribe hêza me têk bibe tekoşîn pêwîste. Li Şengalê jî me weke jinên êzidî heman êş jiyan kirin. Fermana di 3’ê tebaxê de anîn serê me berdewama heman zihniyetê bû. Ji bona wê jî em jin li kurderê dibin bila bibin çawa ku êşên me yek e, dermanê me jî yeke. Çawa êrîşên dijî me yek zihniyete, parastina me jî yeke. Encax em karibin bi îtîfaq, yekîtiyê û bi dest hevgirtina jinan, bi heskirina jinan bihevre li ser çi bawerî dibe bila bibe, li kijan welatê dibe û xwediya kijan çandê dibe bila bibe lê zanibin êş û êrîşên li ser me heman zihniyetê.’
Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li şoreşa jin, jiyan, azadî derkevin û wiha got; ‘Em bi vê wesîleyê bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku xwedî li şoreşa jin jiyan azadî derbikevin. Ev şoreş şoraşa me hemûya ye. Di bin vê dirûşmeyê de emê parastina xwe bihêz bikin, emê rêxistina xwe bihêz bikin, em ê xwe perwerde bikin û dengê xwe li her devera cîhanê bidin bihîstin. Heta dawî em ê bi vê felsefeyê tekoşîna xwe bilintir bikin û em dibêjin jin jiyan azadî.’