
ji bo hevjiyana azad bi qasî têkoşîna jina azad,tekoşîna mêrê azad jî divê.
Hevjiyana Azad
Beşa duyem
Ev pirrbûn û zêdebûn bi serê xwe dibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Hebûna bi mirin, yeqîn dike ku bi xwezêdekirinê wê karibe dewamî bijî, lê bi vê dixape. Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e.
Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne.
Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.
Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawî hatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene. Ji bo mêrekî li pey hevjiyana azad diçe, xusûsên berê pêşî divê pêk bîne mirov dikare xulase weha bîne ziman
Ev mêr jina derkeve pêşberî wî, divê baş zanibe ku di bin şaristaniya pênc hezar salî û hegemonya wê ya kapîtalîst a pênc sed salî de li her cure şertên koletiyê hatiye gerandin. Çareyeke bi tenê ya vê jinê heye, li hemberî mêrê bûye piling bibe mêpiling. Stratejî û kêlî bi kêlî taktîkên jiyana wê bi tevahî li ser vî bingehî hatine avakirin.
Eger em mijarê berevajî bixwînin, ew jî li gorî xwe xwediyê qefesekê ye, li hevalmêrekî digere ji bo bixe hundirê wê. Eger mêr li pey hevjiyaneke azad be, rizgarbûna ji stratejî û taktîkên jineke bi vî rengî herî kêm bi qasî yên jina kole zor in. Jineke bi vî rengî, bi stratejî û taktîkên xwe koletiyê ferz dike, lewma mêrekî sosyalîst ê li pey hevjiyaneke azad berê pêşî divê li vê qadê têbikoşe û heta li vê qadê bi ser nekeve nikare ji bo têkoşîna civaka sosyalîst gavê biavêje.
Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê. Ji bo ev mêr ji bandorên wê yên neyênî bibihure divê di mekanê malê de timî li pey jiyana sosyalîst bibeze. Bi jina kole re jiyan bi koletî dibe, çewt dibe. Ji bo mirov karibe ji çanda mala giştî (kerxaneyê) ya taybetî bûye bibihure, divê mirov karibe bibe xwediyê çanda hevjiyana azad. Li dijî çanda cinsiyetparêz a modernîteya kapîtalîst ku mirovan ji rê derdixe, divê mirov timî û bi awayekî serketî bi nefsa xwe re şer bike. Stratejî û taktîkên ji bo teslîmgirtina mêr hatine pêşxistin herî kêm bi qasî êsîrtiya jinê, mêr diqedînin. Divê mirov ji bîr neke ku di modernîteya kapîtalîst de mêr ji aliyekî ve bi tenê weke mêrtiya biyolojîk hatiye nepixandin û zêde mezinkirin, li aliyê din jî ew bi tevahiya çanda wî ya civakî kirine jinkok û pîrek. Heta ku ev mêrtiya modernîte ferz dike neyê hilweşandin, mirov nikare bibe sosyalîst û nikare ji bo civaka sosyalîst têbikoşe.
Tevî van hêmanên neyênî gişan jî ji bo hevjiyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê. Ji bo mêrek azad bibe, divê mirov karibe ji kesayeta mêrê ku civaka mêrê serwer ew kiriye kole, bibihure. Di rastiya me ya civakî de hê jî ariftî heye û divê mirov karibe xwe bigihîne wê mertebeyê.“Mirov weke mêr ji diya xwe nabe, mirov paşê dibe mêr” di çarçoveya vê gotinê de mirov dikare bibêje, mirov weke mêrê şaristaniyê bê dinê jî mirov dikare bibe mêrê azad. Forma mêrtiya Prometheûsî di serdema me de mirov bi tenê dikare bi zanist, felsefe û hunerê modernîteya demokratîk berbiçav bike. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike.
Em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zêhniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe.
Çavkanî ji parêznameya 5’mîn e