Jineolojî

ZANABÛNA XWEZAYA JIN Û MÊR

Hebûn du aliyên xwe hene yek jê jin e û yê din jî mêr e. Jineolojî, di vî warî de nîqaşên xwe, bi zanabûna ku xwezaya jin û mêr xwezayên ji hev cuda ne, dike. Dîroka jin a biyolojîk û sosyolojîk wisa teşe daye vê. Pêwîst e mirov van cudahiyan dahûrîne. Di nava qanûnên xwezayî ya hebûnê de binirxîne.

Divê em jinaniyê jî, mêraniyê jî ji aliyê rastiyên hatine avakirin ve karibin bixwînin. Lê di heman demê de weke xweza û nasnameyên di destpêka civakîbûnê de hebûne û hev du temamkirine bibînin. Li aliyê tevahîkirin û dewlemendkirina jin û zilam serwextbûn(têgihîştin) jî girîng e. Karesata îro tê jiyankirin, dijberî hevkirin û biyanîkirina xwezayên jin û mêr e.

Peyama bingehîn, divê em ji efsaneyan derxin; pêwîst e her du zayend bibin temamkerên hev. “Li gorî ku jiyaneke bêjin nabe (bêyî mêr jî jiyan dibe, lê wê demê dibe jiyaneke bi koletî), rizgarkirina jiyanê rizgarkirina jinê neçar dike.” Ev, divêtiyeke diyalektîka pêşketina gerdûnê ye. Ev tespîta Abdulah Ocalan vê pir balkêş datîne holê. Jin û mêr wê hev du temam bikin.

Şaristaniya desthilatperest, ji bo ku li ser hemû zindiyan serwer bibe û kedxwariyê bike, bi hezarê salan di navbera jin û mêr de biyanîbûnî kûr û berfireh kir. Her wiha, cudahiyên mezin xist nav mirov û xwezaya yekem.

Jixwe, hizira jin û mêr hev du temam dikin, ya rastî xwe dispêre hizira mirov û xweza hev du temam dikin. Bîrdozîya baviksalarî, dijminahî û cudakirinê di navbera jin û mêr, mirov û xweza-gerdûnê de afirandiye. Dîroka vê rewşê, mijareke ji aliyê jin û mêrên têkoşîna azadiyê dimeşînin ve divê taybet bê destgirtin û lêkolînkirin. Di dîroka çêbûna heyîna jinê û gihîştina nasnameyên jinê yên roja me de aşkera ye hêmaneke pir girîng e. Efsane, ol, felsefe û zanist, tenê bi biçûkirina jinê ve zayendperestiya civakî û baviksalarî neafirandine. Mêr jî, ji rastiya xwezayî, civakî û azadîxwaz qut kirine, bi qasî ku kesayeta xwe bide windakirin, ji desthilatiyê par û bertîl dayiyê.

Di têgihiştina xwezaya jinê de rêbazeke din a bingehîn jî; lêkolîn û vekolînkirina xweza û ontolojiya mêr e. Ev mijar, mijareke ku destpêkê divê mêr li ser bisekine û di lêgerîna azadiyê û çarçoveya hevjiyana azad de were parvekirin. Lê di têgihîştina mêr de pirsgirêk û zehmetiyên jidil hene ku zanibe pirsgirêka wî ya azadiyê heye. Ev jî, ji pirsgirêkên ji dîroka mêraniya îro ya ku

hebûna wî di navbera koletî û desthilatiyê de parçe bûye, ne qut e. Her jina ku di lêgerîna azadiyê de ye, herî kêm bi qasî ku derbarê xwezaya jinê, pirsgirêkên wê yên ontolojîk û rastiya wê de zana dibe, divê derbarê xwezaya mêr û ontolojiya wî de jî lêkolîn û lêhûrbûn bike. Li ser bingehên guherîn û veguherînê têkoşer be. Di vê mijarê de jî, jineolojî hewl dide bigihêje nîqaş, lêgerîn û hewldanên li tevahiya cîhanê berbelav bike. Her wiha, hem bi wan re hevbeşiyê bike, hem jî ceribandina xwe, encam û daneyên derketine bi wan re parve bike. Xwezaya mêr, pirsgirêkên wî yên hebûnê û mijara rêgezên çêbûna hebûna mêrê azad; destgirtineke xweser, weke pêdiviyeke pêwîst xwe disepîne (ferz). Ji ber ku ji destpêkê ve ceribandina me ya azadiya jinê, têkoşîna avakirina hem mêrê azad, hem jina azad bû. Her wiha, bi hişmendî û çalakvaniyeke azadîxwaz a her duyan, hev temamkirin bû. Vê temamkirinê jî, civaka azad armanc girt û armanc digire.

Jin û mêrên têkoşîna azadiyê fêm dikin, piştgirî didin. ji bo pêvajoya avabûna hebûna azadî û nasnameya jinê, divê têkoşîneke piralî û domdar bike, hebe. Her wiha, perwerde û ji nû ve pêşxistina avabûnê pêwîst e. Divê di jiyanê de nasname û xwezayên ne li ser bingeha dijberî û serdestiyên hev ên xwezayên jin û mêr in, deynin holê. Diyalektîka xwezayî ya xwezaya civakî û hev du temamkirinê bidin jiyankirin. Ev, beriya her tiştî karê xurtiyeke mezin a etîk û estetîk û têkoşînê ye. Xwezaya jin û mêr ên çanda baviksalarî ew kirêt kirine û biyanî kirine. Divê baweriya; xweşikbûn bi azadbûnê, ev jî bi ked û têkoşîneke mezin dikare were afirandin, hebe. Her wiha, divê vê rastiyê ava bike û mezin bike. Wê ev, bibe tolhildana herî mezin a ji aqilê mêr ê bi hezarê salan jin weke “zayenda kole”, mêr weke “zayendê serdest” di dewisandekê de hiştiye. Ji bo vê jî, divê em her tim bi bîr bînin ku di dema xwedawendan de jin jî, mêr jî hebûnên azad ên wan demên helbestwarî bûn. Em zarokên wan deman ên wekhev dijîn in.

DIVÊ JINEOLOJÎ XWEZAYA JINÊ ÇAWA BIGIRE DEST?

Jin, beşa civakî ya herî bingehîn e ku di ser dîroka îro re tên diyarkirin. Ji ber vê yekê, jin nikare pirsgirêkên hebûna xwe, bi rojaneyî teng, seresere nîqaş bike. Bi zelalî û rastiya zihnî, divê jin li ser dîroka hebûna xwe bisekine. Di pênaseya hebûna xwe de bigihêje hevbeşiyan. Ji bo vê, divê jin neynikekê li hebûna xwe ya heye, bigire. Jineolojî, neynik dayîna ber xwe ye. Guhdana van pirsên xwerû ne ku ji wê neynikê ve xuya dikin: Gava ku li hebûna jinê digerim, ez çi me? Ez li ku dera nasnameya jinaniyê me? Ez di kîjan kêliya têkoşîna me ya hebûnkirina xwezaya jinê, nasnameya jina azad de me? Jineolojî, kîjan pêvajoya çîroka hebûna min a jinbûnê ye? Çima divê em niha zanista jinê pêş bixin? Jineolojî, ji van pirsan re bersivên jiyanî daye. Honandina cîhana hişmendiya nû ye ku divê jin pêş bixin.

Ji bo vê cîhana hişmendiya nû, pêwîst e jin xwendinên pozîtîf ên der barê xwezaya xwe de zêde bikin. Ji bo vê, dikare ji anatomiya (zanista ku sîstema laşê mirovan lêkolîn dike) jinê, ango ji aliyê bedenî yê hebûnê ve dest pê bike. Aqilê mêrê desthilatdar bi hezarê salan li ser bedena jinê dihizire û teoriyan ava dike. Bi van teoriyan ve operasyonên qirkirin û kolekirinê pêş dixe. Di bin van mercan de destpêkê divê jin karibe bigihêje heqîqeta bedena xwe. Ew bedena wê ya mejiyê wê her tim biçûk tê dîtin, bi zayendîtî her tim tê xwestin û di parçekirina hebûna wê de li dijî wê tê bikaranîn. Polîtîkayên bedenê yên pergalên desthilatdar jî bixwînin û rastiya bedenî ya hebûna xwe nas bikin, heta bêjî girîng e. Taybetiyên bingehîn ên anatomî û biyolojiya jinê, di hebûna jinê de cihê wê, di diyarkirina nasname û xwezaya jinê de bandorên wê çi ne? Yek ji mijarên sereke ya ontolojiya jinê bersiva vê pirsê ye. Mijara ku divê jin xwendinên pozîtîf zêdetir xurt bikin jî, ev e. Îro di gelek qadên zanistê de jinên xwedî nêrîna jinê jî cih digirin. Lêkolînên zanistî dibin sedem ku jin anatomiya jinê berfirehtir nas bike.

Îro halê hebûna dixwazin bikin aydî jinê; nasnameya jinê, di navbera sepandinên aqilê mêr û berxwedêriya hebûna jinê de hebûna bi aloz, hêrsdarî dijî. Jineolojî, li ser bingehê bi kûrahî lêkolînkirina van pêvajoyan, “ji vê hebûna jinê ya bi aloz re hebûn û nasnameya jina azad çawa çêdibe?” teorî, nîqaş û lêgerînên wê pêş dixe. Divê jin bi xwe pênaseya xwe bike. Ji ber ku ya xwe pênase neke, wê hinekên din wê pênase bikin. “Destpêkê jin pênasekirin û rista wê ya di nava jiyana civakî de diyarkirin, ji bo jiyana rast bingeh e. Em vê darazê, ji aliyê taybetiyên jinê yên biyolojîk û cihê wê yê civakî ve diyar nakin. Weke hebûn, têgeha jinê girîng e. Jin, çi qas were pênasekirin, pênasekirina mêr jî ew qas gengaz dibe.” Ev tespîtên Abdulah Ocalan, ji bo girîngiya pênaseya jinê, diyarkirinên balkêş in.

Jineolojî, ji bo ku hebûna jinê rast nas bike û pênase bike, gava derketinê ya bingehîn e. Bi berfirehî hişmendiyên efsane, ol, felsefe û zanistên ku jinê rast nas nakin, pênase nakin û lêkolîn nakin, lêkolînkirin û analîzkirin ji wan gavan a yekê ye. Her wiha, di pênaseyên hebûna jinê de çiqas şaşîtî hebin, di heman demê de guhertina wan e jî. Xala derketineke din; bi nêrîna mê xwe pênasekirin e. Ji her cure mejiyên desthilatperest ên ku li dijî jin, jinê pênase dikin, hesap xwestin e. Ango pênaseyên şaş û ji rêderketî yên li ser hebûna jinê hatine sepandin, red kirin e. Bi têgihiştinên ku bi ceribandinên jinê pêş ketine, pênaseyên xwe bi pêş de birine. Her wiha, tevî navlêkirinên şaş ên bi hezarê salan, weke raveyeke watedar a tunenebûna jinê; nav li xwe kirin e. Navlêkirin, taybetiyeke aydî xwedawendan e.

Jineolojî, wê aşkere bike ka pênaseyên li hemberî jinê hatine kirin û bi van pênaseyan jiyana jinê beralîkirin, tundiyeke çawa bêrehm e. Pênc hezar sal in, ev tundiya xedar, weke gavên pêşîn ên tunekirina hebûna jinê bûye. Pênaseyên şaş, neheq û dijberî cewhera jinê; êrîşeke berfireh a bîrdozî ya li ser nasnameya jinê ye. Em ê lêkolîna wê bikin ka ev êrîş di kîjan dest û dezgehên mêrên serdest de hatine afirandin. Ev rastî, di tevahiya dîrokê, di jiyana civakî ya jinê de hatiye çi wateyê? Weke bersiva vê pirsê, destpêkê divê jin li têgihiştin û pênaseyên jinê yên di demên cuda de hatine pêşxistin, binêrin. Di efsane, ol, felsefe û zanistê de jin çi ye? Divê jin vê pir baş fêm bike, ew pênaseyên ku wan li jinê kirine, jiyana jinê dîl kirine, bedena jinê kuştine. Ger ku jin vê rastiyê nizanibe û aşkere neke, nikare pênaseyên baş ên der barê xwe de bibîne.

Weke jinên bi dehan salan di Tevgera Azadiya Kurdistanê de têdikoşin, dizanin ku mirov bi kedeke pir mezin, dibe jina azad. Em dizanin heta bi tevahî hêzên desthilatperest, dewletperest, mêtinger û baviksalarî re têkoşîneke dijwar neyê dayîn, jinbûn ne gengaz e. Ceribandinên me yên jiyanê bi me dan hînkirin ku jinanî nasnameyeke civakî ye û jinbûn jî bi pêvajoya pêşketineke civakî gengaz e. Jinbûn, pêvajoyeke avakirinê ya civakî ye, wê di jinê û pêşengiya wê de dest pê bike û dewam bike. Nasnameya jinê, ji destpêka dîroka civakî ve wisa teşe girtiye. Ya vê teşegirtinê diyar dike, xwezaya jinê ye, taybetiyên hebûna jinê ye.

Yek ji pênaseyên jineolojiyê jî; zanista nûjentiya demokratîk e. Bi vê pênaseyê ve giredayî Abdulah Ocalan, nêzikatiya xwe ya ji xwezaya jinê re wisa diyar dike: “nûjentiya demokratîk, xwezaya jinê û tevgera azadiyê, divê yek ji hêzên xwe yên bingehîn bizane. Hem ji bo pêşxistin, hem jî hevgirtinê ji erkên xwe bibîne û di xebatên ji nû ve avakirinê de binirxîne.”

Bêyî ku bixe nîqaşê, xwezaya jinê heye, yan tune ye nas dike. Nêzikatiya vê xwezayê, weke hêzên hevgirtina bingehîn a paradîgmaya xwe diyar dike. Ew baweriya mezin a ku ji zanîna kûr a xwezaya jinê û hêza jinê hildigire; ji bo kuştinên jinê yên li serdema me disepînin, bidin sekinandin. Nasnameya jinê li ser bingehên azadî, eşq û hezkirinê pêşxistin, bi jîndarkirina vê xwezayê ve gengaz e. Pêşxistina jineolojiyê, di vê mijarê de wê qonaxeke girîng bide avakirin.

Jıneoloji beşa dawî

Back to top button