
Li hemberî xwe kuştinê daxuyaniya hevbeş
Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJE), Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê û yekitiya jinên Ciwan bi daxuyaniyeke hevbeş bi duruşma “xwe nekuje her xwe kuştinek Fermaneke”pêngavek da destpêkirin. Daxuyaniya pêngavê bivî rengiye
JI RAYA GIŞTÎ RE;
Em wek jin û civaka Êzidî bi çand û baweriya xwe ya resen heta roja îro, me kariye em bi nasname û hebûna xwe jiyan bikin û biparêzin. Me di oxira parastina wê de gelek berdêl dan, êş û azar kişand. Fermana 74’an yek ji van trajediyê bû. Lê rûxmî van êrîşan jî me li ber xwe da û em tû carî ji çand û nasnameya xwe dûr neketin.
Di roja îro de civaka me di her alî de rastî fermana spî tê. Hem di aliyê siyasî, çandî û bawerî de, di heman demê de jî bi rêya şerê taybet û derûnî ev yek tê pêk anîn. Bi taybetî di şexsê jin û ciwan de tevahî civaka me dibe hedefa van êrîşan. Di encama van êrîşan de di nav civaka me de pirsgirêkên civakî her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybetî di van salên dawî de xwekuştin di nav civaka me de pir zêde bûye. Em vê rewşê ji bo civaka xwe pir xeter û metirsîdar dibînin. Ev rewş di şexsê jin û ciwanan de zêdetir tê jiyan kirin. Li gorî hatî lêkolînkirin sedemên xwekuştinê ji ber zexta malbatê, pirsgirêkên aborî, bêhêvîtiya li hemberî jiyanê, di bin navê heskirinê de rizandina exlaqî û hwd ne. Rûxmî ku di bawerî û cewherê Êzdayetî de jiyana komînal û wekhev heye lê ya ku niha tê jiyan kirin ji vê dûrketin e.
Dîsa bi rêya bikaranîna telefon, înternet û medya mecazî ciwanên me ji rastiya çand û baweriya xwe têne dûr xistin û dibin hedefa şerê taybet. Piştî fermanê bi taybetî siyaseta koçberkirinê ya ji bo çûna Ewrûpayê bi gelek rêbazan li dijî civaka me tê meşandin. Rewşa miletê me yê li Kampan jiyan dikin jî bi heman rengî ye. Di wan rêyên koçberiyê de li wan kampan gelek bûyerên li dijî çand û baweriya me di nav civaka me de pêşdikevin. Yê ku dibin qurbaniyê vê rewşê jin û mêr in. Di civaka me de bi qasî jinan, xwekuştina mêran jî pir tê jiyankirin. Di nava malê de jî di her alî de jin rastî tûndiya fîzîkî û derûniya zilam tê. Zewaca di temenê biçûk de jî pir berbelav bûye. Ev jî dibe yek ji sedema xwekuştina hem jinên ciwan û hem xortên ciwan. Di nava civaka me de zayendperestî, serdestiya mêr û paşverûtiyên civakî yên ku pêşî li newekheviya jin mêr vedike tên jiyan kirin. Heta ku ev zihniyet neyê derbaskirin wê dawî li xwe kuştinan jî neyê. Wê civakekî azad û wekhev neyê avakirin.
Weke civak divê bi ruhê seferberî em demil dest li ser vê rewşa tê jiyan kirin bisekinin. Divê ev rewş asayî û wekî qederê neyê dîtin û pêwîste her yek ji me bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Di serî de divê her malbateke me xwe di ber perwerdekirina zarok û ciwanan de berpirsyar bibîne. Ji ber ku ciwan pêşeroja civaka me ne û parêzvanên çand, nasname û baweriya me ne.
Bi navê tevgera jin, rêveberiya xweser û tevahî sazî û dezgehên wê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka me jiyan dike, em xwe berpirsyar dibînin. Çawa ku em di nava 11 salan de li hemberî her cûre êrîşên, siyasî, civakî, fîzîkî û çandî li ber ser piyan man û em ji civaka xwe re bûn hêz û îradeya çareseriyê ji niha û pêde jî em ê ji bo viya tekoşînê bikin. Hêz û çavkaniya tekoşîna me fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber ku yê herî zêde pirsgirêkên civakî tehlîl dike û çareseriya wê pêşdixîne Rêber Apo ye. Bi taybetî li ser kuştina jinê wiha dibêje; ‘Kuştina her jinekê sedema şoreşê ye.’ Lê di roja îro de her roj li her devera cîhanê jin têne kuştin. Di şexsê jinê de jî civak tê kuştin.
Li ser vê esasê, ji bo pêşî li xwe kuştinan were girtin em bi dirûşmeya “Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermaneke” pêngavekî didin destpêkirin. Divê em êdî ji van xwekuştinan re bêjin bese ji ber ku xwekuştin ne çareseriye. Di serî de pêwîste jin û ciwan ji vê pêngavê re pêşengiyê bikin. Di heman demê de her ferdekî civaka me jî ji vê berpirsyar e. Encax em bi rêya perwerde, zanebûn, xweparastin û rêxistinbûnê dikarin bibin hêza çareseriyê û pêşî li bûyerên xwekuştinê bigrin. Wê pêngava me li ser esasê xwe gîhandin û perwerdekirina civakê be. Ji bo serxistina pêngavê em ê çalakiyên cûr becûr li darbixin. Em di wê baweriyê de ne ger civaka me, jin û ciwanên me bi helwestekî hevpar tevlî vê pêngavê bibin em ê pêşî li xwekuştina mirovên xwe bigrin.
Tevgera azadiya jinên Êzidî(TAJÊ), Rêveberiya Xweser, Yekîtiya jinên Ciwan