DaxûyanîNûçe

TAJÊ starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi sernavê ‘Tundiya li ser jin, qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê da.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jin, em di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de Şehîd Sara, Şehîd Saliha, Şehîd Pelîn, Şehîd Nazê, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û hemû şehîdên azadiyê ku bi canê xwe rêya jiyana azad ji jin û hemû civakan re vekirin û têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin û dubare soz didin ku dê têkoşîna azadiyê bi civaka aştî û demokratîk tacîdar bikin.

Mîmarê civaka aştî û demokratîk Rêber Apo sedsala 21’emîn wek sedsala azadiya jin, jinan jî wek pêşengên vê sedsalê pênase kir. Di vê sedsalê de jin bi têkoşîna xwe berdêlên mezin dan û di encama vê berdelên mezin de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin. Pergala desthilatdariya mêr-dewlet  ku ji ber destkeftiyên jinan li pêşberî xwe wek astengiyek mezin dibîne, tundiya li ser jinan her roj bi dijwarî didomîne. Her cureyên tundiyê li hemberî jin veguheriye parçeyeke jiyanê. Tacîz, tecawiz, lêdan, qetlîam her roj zêde dibin û berdêlên şerên ku li cîhanê tên meşandin li jinan tê birîn. Şerê Sêyemîn a Cîhanê ji milek ve jî wek şerê li hemberî jinan tê meşandin. Li Fîlîstinê jin dibin qurbanên pergala desthilata mêr, li Afganistan, Îran û Sûriyeyê jî jin bi rêbazên cuda ji hemû qadên jiyanê têne dûrxistin.

Rojane li ser bedena jin şer tê meşandin

 Rojane şer li ser bedena jinan tê meşandin û zewacên di temenê biçûk de ji hêla dewletê ve tê qanûnkirin. Bi tu awayî hesab ji kesên ku jinan qetil dikin nayê pirsîn berevajî vê yekê kujer tên parastin heta têne xelatkirin. Desthilatdara mêr-dewlet hem bi vî awayî qetikirina jinan rewa dike hem jî dixwaze emrê pergala xwe dirêj bike.

Wek civaka êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di serî de jin li hemberî civaka me qirkirinek bû. Qetlîama ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin, li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat. Jinên êzidî bi saxî di qefesan de hatin şewitandin û li sûkan hatin firotin. Hê jî bi hezaran jinên êzidî ku ji ax, çand û baweriya xwe hatine qutkirin, di bin esaretê de ne û rastî her cure tundiyê tên. Qetlîam bi awayekî vekirî pêk hat lê tevî vê yekê jî qetlîamger hatin veşartin, parastin û hesab ji wan nehat pirsîn.

Em ji Rêber Apo fêrî têkoşîn û xweparastinê bûn

 Em wek jinên êzidî û civaka êzidî ji Rêber Apo û gerîlayên azadiyê fêrî têkoşîn, xweparastin û ferman ne qeder in, bûn. Wek jinên êzidî me felsefeya Rêber Apo nas kir û pê re jî me xwe nas kir. Me birînên fermanê bi rêxistinbûna xwe kewand. Em fêrbûn ku têkoşîna herî baş a li dijî tundiyê xwe naskirin, rêxistinbûyîn û têkoşîn e. Rojane me têkoşîna vê da û em hê jî didin. Hêviya me ya têkoşînê, îradeya me hîn xurtir kir. Em ê bi vê zanebûnê hesab ji kesên ku bûn sedema fermanê bipirsin û pêşiya tundiyê bigirin.

Em ê têkoşînê bilind bikin

 Em bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî têkoşînê bilind bikin, jiyana komunal hîn xurtir birêxistin bikin û em ê careke din bi tu awayî nehêlin fermanên nû werin jiyîn.

Me di 30 Cotmehê de li dijî Xwekuştina Jin û Ciwanên me pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin. Ev pêngava me li ser esasê li dijî her cûre tûndiyê  têgihîştina xweparastinê dayîna avakirine. Em ê bi vê ruhî roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û bi dirûşma ‘Tundiya Li ser Jin, Qirkirina Civakê ye!’ çalakiyên xwe li dar bixin.

Li ser vê esasî;

-Semîner werin dayîn

-Ji bo girîngiya rojê perwede buyî mêran were dayîn

-Meş were lidarxistin.”

 

Back to top button