Nûçe

Heta Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têbikoşin

Endamên tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ bi rasthatina salvagera 27’emîn komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman û gotin em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo ya fîzîkî de dibînin.

Endama tajê ya bi navê Nasîme Xurto nêrîna xwe li ser komplo wiha anî ziman; “Em tû carî fikrê Rêber Apo ji bîr nakin. Ji ber em bi saya wê fikrê xwe nas kir. Fikrê Rêber Apo ji bo jinê hem pir baş û hem pêşketî ye. Piştî ku me fikrê Rêber Apo naskiriye, êdî em nahêlin ferman bêne serê me. Em dibêjin ger xeteriyek li ser me hebê jî em nahêlin weke 2014’ê bê serê me. Ji ber wê em dibêjin heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebê em ê tekoşîn bimeşînin. Banga min ji her kesî re heye bila rabin ser xwe, meş û daxûyaniya bidin.”

Endama meclîsa jin a Zoravê Nezlîn îdo jî axivî ev tişt gotin; “ Em kesayeta Rêber Apo pir mezin dibînin. Ez dikarim  bêjim ne berpirsên me û ne muxtarên me weke Rêber Apo ji bo miletê me nekir. Me bi naskirina fikrê Rêber Apo re hêzên xwe yê asayîşê ava kir û miletê me pêş de çû. Fikrê Rêber Apo di nav miletê me de bandorên gelekî baş ava dike. Em jî azadiya fîzîkî yê Rêber Apo dixwezin. Daxweza me ye em li ser çiyayê Şengalê Rêber Apo bibînin. Çawa ku Rêbertî di nav çar dîwaran de bi me difikire em jî bi wî difikirin û azadiya wî dixwezin. Em dixwezin dengê xwe bighînin wî û bêjin heta dawî em qenciya ji me re kiriye em ji bîr nakin. Ji ber ku fikrê Rêbertî başiyê dixweze, lewma dewlet bernadin û azadiya wî naxwezin. Lê em dibêjin Rêber Apo di nav me de azad ji ber ku fikrê wî di nav me de belav bûye. Ji niha û pêde çi bikeve ser milê me, em ê bikin. Çalakî dibin bila bibin ema made ne ji bo Rêbertiyê bikin.”

Back to top button